Deyîka Keziban li garî ku ewqas êş kişandî jî cardin dibêje ‘aştî’
09:34
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Keziban Kaya ya kul i Gimgimê jiyan dike û di pêvajoya şerê 30 salan de 4 zarokên xwe wenda kiriye, keça wê û hevserê wê ji ber kêşana êşa wan nekarîn li jiyanê bimînin û jiyana xwe ji dest dan. Lê Kezban li gel van êşan tevan jî hewil dide ku jiyana xwe berdewam bike…
Dayîka ku 4 zarokên xwe yên bi navê Ayhan Kaya (Mordem), Alî Abbas Kaya (Sertaç), Kenan Kaya (Cevahîr) û Ercan Kaya (Hawar) di dîrokên cudayê şerê heyî de jiyana xwe ji dest dane, li gel êş û jana bi serê xwe dikişîne jî peyîva “aştiyê” ji devê wê kêmnabe… Keziban Kaya ya kul i Gimgimê jiyan dike û di pêvajoya şerê 30 salan de 4 zarokên xwe wenda kiriye êşa wê bi vêçendê jî nema. Kezban diyar kir ku hevserê wê nekarî xwe li ber êşa weledan bigire û keça wê jî nekarî xwe li ber êşa birayan bigire û wiha got: “Êşa ku ez jiyan dikim hed û hesabê wê nîne.” Li gel van hemû yan jî tenê daxwaza Kezbanê ‘aşbiye…’
‘Li hemberî van hemû êşan ber jî baya dê parçebibana’
Kezban ya ku dayîka 9 zarokane da zanîn ku 4 lawên wê tevlî nava PKK’ê bûne. Kezban destnîşan kir ku ji 4 lawên wê 3 yan zanîngeh qazanc kiribûn û wiha domand: “Lawê minê despêkê derket çiyan Mordemê min yê bi navê Ayhan bû. Mordemê min beşa hiquqê qazanc kiribû. Ji bo tevlîbûna PKK’ê gelek ji dil bû. Carekê em çun me wî paşde vegerand. Birayê wî wî şand Îzmîrê. Li wê dest bi xwendina zanîngihê kir. Me got dibe ku nêrînên wî bên guherîn. Lê kesê nekarî wî ji biriyara wî vegerîne. Bi biriyarbû û di rojek yên zivistanê de carekedinê çu.” Kezban destnîşan kir kul i peyî lawê wê Mordem birayê wî Alî Abbas jî tevlî PKK’ê bû, li peyî wî jî lawê wê yê parêzer Kenan û lawê wê Ercan yê refa duyem ya lîsê dixwend tevlî nava refên PKK’ê bûn. Kezban balkişand li ser tevlîbûna lawê xwe yê bûçuk Ercan û wiha berdewam kir: “Ez û hevserê xwe em li gund bûn. Dema ku em vegeriyan malê Ercanê min nedixwiya. Gotin ew li gel hevalên xwe çuye topê bilîzin. Lê wê demê m ezanî ku Ercanê min jî çuye. Wê demê qêrîn û hewara bavê wî hindirê mirovan dişewitand. Min ev jiyan kir. Tenê ji bo derdan ez hatime dunyayê. Li hemberî vê êşê heger ber jî bana xwe nedigirt û dê li hemberî van êşan parçebibana.”
‘Bila cigerê tu dayîkên din van êşan nebîne’
Keziban anî ziman ku hevserê wê û keça wê xwe li hemberî van êşan nekarîne bigirin û her du jî ji derdan jiyana xwe ji dest dan û wiha domand: “Hevserê min dema ku çuyîna Mordemê min bihîst qêr û hewar dikir. Her qêrî di dawiyê de cigerên wî parçebû. Min li Îzmîrê hevserê xwe bire nexweşxanê. Bijîşk got ‘êdî tuştek ez bikim nîne.’ Ji xwe pirşî wê mehekê jiyana xwe ji dest da. Keça min jî ji derdê birayên xwe nexweşiya penceşêrê girt. 15 roj mabûn ji hilbijartinên 30’ê Adarê re jiyana xwe ji dest da.” Keziban bilêv kir ku bi qasî nayê ziman êşa wê mezine û wiha bi dawî kir: “Di hindirê min de gelek êş heye. Ez nikarim bikevim hindirê malê, dar û ber her der ji bom in tenge. Li gel hemû êşên xwe jî ez bi lawên xwe serbilindim. Her dem serê min bilinde. Ez kengê li cihekê gerillayekê bibînim ji bo min weke zarokên mine û ez bi çavê zarokên xwe li wan dinêrim. Hemû gerilla zarokên minin. Bese êdî ev şer bila raweste. Bila çareseriyek çêbibe û cigerê tu dayîkên dinê ne şewitin.”
(zt)

