Akademiya Star a Romanê perwerdeya xweseriyê didin

11:08

Hêvîdar Raperîn/ JINHA


ROJAVA – Li bajarê Dêrikê yê Rojava di 3 yê sibata 2013’an de Akademiya Stêrk a Romanê hatibû avakirin. Berpirsa akademiyê Dorşîn Akîf diyar kir ku heya  niha 15 dewreyên perwerdê hatine dayîn û bi giştî nêzî 650 şagirt tevlî van dewreyên perwerdê bûne. Dorşîn da zanîn ku perwerdeya wan ji perwerdeya pergalê ya heyî cudaye.


Berprisa Akademiya Star a Ronamê ya ku li bararê Dêrikê yê Rojava hatî avakirin  Dorşîn Akîf sedem û armancên akademiyê ji JINHA yê re nirxand. Dorşîn bersiv da pirsên weke “Armanca we ji avakirina Akademiyek ya jinan çîbû?”, “Çima we pêdivî bi avakirina akademiyê dît?”, “Akedemî ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek çawa tê?”, “Heta niha li Akademiyê çend dewreyên perwerdê hatine dayîn?”


Akademiya jinê kengî û li ku derê hatiye avakirin, her wiha armanca avakirina akademiya jinan çibû û çima we pêdivî bi akademiyek wiha dît?


Akademiya me di 3 yê sibata 2013’an de li Dêrikê hatiye ava kirin. Armanca avakirina Akdemiya Star a Ramanê, perwerde kirina jinan, li ser bingihê hişmendiyek azad, cinsek azad, hawirdorek azade. Bê goman evane te bi hebûna hişmendiyek azad  ava dibe. Ji ber wê yekê Yekitiya Star ji bo perwerde kirina jinan Akademiya Star a Ramanê ava kirin. Pergala şaristaniya kapîtalîst li her derê cihê perwerdê ava dike û li gor pêwistiya xwe mirovan ava dike. Di hişmendiya mirovan de erka desthilatdarê û dewletê çê dike. Eger ku em beramberê hişmendiya desthilatdar û dewletê hişmendiyekê ava nekin, emê nikarin mirovên azad jî ava bikin. Pêşxistina famana azad , çalakiyên azad jî pêş dixe. Disa jin hêzek zanabuyinêye ev zanabuyina jinê di tu cihan de nayê parve kirin. akademiya jinê hêza zanabuyîna jinan parve dike. Her jinek di vê sazî de hem hêza xwe bilind dike hem jî derdorê xwe pêş dixe li ser vî bingehî akademiya jinê hat ava kirin.


Di akademiyê de heta niha çend dewreyên perwerdê hatine dayîn, bi girştî çiqas şagirti beşdar bûne û teqrîben temenê wan di navbera çend saliyêdenin?


Heya  niha 15 dewreyên perwerdê hatine dayîn û bi giştî nêzî 650 şagirt tevlî van dewrane bûne. Di wê mijarê de perwerdeya me ji perwerdeya pergalê ya heyî cudaye. Ji ber ku de ekol, dibistan an ji zaningehan de şagirt bi piranî aliyê temen de wek hevin lê em wisan dest nagrin. Di her temenî de şagirtên me hene. Minak niha perwerdeya Meclisa Yekitiya Star û TEV-DEM heye. Hinek şagirt 60 salîne hinek ji 20 salîne yanî cuda cuda ne.


Kijan sazi li gel we perwerde dibinin?


Hemû saziyên demokratik li Rojava xwe rêxistin dike me vekirine. Kijan sazî bixwaze em ji bo wan dewre amade dikin. Lê daxwaz pir e. ji ber wê yêkê jî em li gor pêwistiyan me sazi  xistine dorê. Dor bi dor ji bo hemû saziyan em dewreyên perwerdê amade dikin.  


Wane yên ku li gel we têne dayîn bi piranî li ser kîjan mijaran tên rawestandin?


Bernameyên me ji 3 beşan pêktên. Di beşa yekemîn de em dirok dibinîn, beşa duyemîn  pirsgireka azadiyê çi ne? Beşa sêyemîn jî em ê çawa çareseriyê ava bikin. Waneyên ku em didin jî bi vî awyî ne. Rejîma heqîqatê, çerçoveya têgîn û teori, diroka şaristaniyê, pirsgireka civakê, zayendperestiya civakê, dîroka jin, jineolojî, dîroka Surî û demokratîze kirina surî, şaxên netewa demokratik ve em perwerda xwe temam dikin. Dîsa giredayê pewerdê her şev belge film, film û seminaran jî em temaşe dikin. Filmên ku pirsgireka civakê û pirsgireka jinê derdixine pêş em bi taybet van filman temaşe dikin. Semîner jî estetîk, şerê taybet, anatomiya jin, alikariya yekem, agir tefandinê hwd. Hemû dersên me jî di pêşengiya jinan de em netewa demokratik çawa ava bikin? Em dixwazin van pirsana bi bersivînin û li ser wî esasî jî pergala jiyana xwe ava bikin.     


Çend saet perwerde tê ditin?


Serê sibê em bi werzîşê destbi rojê dikin, piştî wê taştê tê xwarin, danê sibê 4 seat piştî nîvro jî 3 seat wane hene êvarê nûçe têne temaşekirin, seatek wênaya kurdî dibinin, êvarê jî film, belge film an jî seminer dibinin. Derdorê 10 seat perwerde heye.


Bandora perwerdê di kijan astêdayê?


Şagirtên ku di Akademiya Star a Ramanê de perwerde dibinin hemû jî di xebatê netewa demokratik de pêşengiya dikin. Her heval di nav kar û xebatê de wek pêşeng tevlî dibin. Em di nav perwerdê de wek lekolîn hemû hevalan pirs dikin bandora perwerdê çawaye, berî perwerdê û piştî perwerdê asta we a ku hun gihiştînê çawaye? Piranî ev pirs wiha têne bersivandin “berî perwerdê em mirî bûn, dema ku em hatin perwerdê me ev qas ders biriye mirî çawa ku dema wan dixin nav tiribê serê wan bi kevirê qebrê dikevin niha ji rewşa me wisa lê hatiye” piştî perwerdê em şagirtê xwe dişopînin. Hemû dewreyên ku me qedandiye bandorek pir erênê dike li ser xebata wan.


Di akademiyê de tenê jinên kurd perwerde dibinin?


Na tenê jinên kurd perwerde nabinin. Dewreyek taybet me ji bo jinên suryanî dabû despêkirin û ew perwerde kirin. Disan di hemû dewreyên me de jinên ereb tevlî dibin. Ez bawerim pirsa we niha hun çi zimanê hev û du fehm dikin be, ev pirsgireka ziman jî disa mijara têgîhiştiniyêye. Ji ber ku, di navbera gel de pirsgireka netewayetê nine, ev pirsgirek pirsgireka netew dewletê ye. Nexwe ereb zimanê kurdî dizanin, kurd ji zimanê erebî dizanin. Hev du fehm kirin ji zêde pirsgirek nabe.


Bi giştî jinên li vêderê perwerde dibînin temenê wan dinavbera çiqasê de hene?


Di van mijaran de jî akademiya me cudaye. Ne wek dibistanên dewleta netew em endama perwerdeyê di pejirinin. Minak niha di vê dewreyê de hinek endamê me 60 salîne, hinek jî 20 salîne. Heta ku hinek şagirtên me hene zaningeh qedandine hinek jî qet dibistan ne xwendine. Lê her du jî dikarin bi hev re perwerde bibin. Ev nakokiyên ku pê re dibejin nakokiyên xwendê ne xwende, temen mezin temen biçuk desthilatdarî wek sextekariyêk ava kiriye.


Di akademiya jinan de em hemû pirsgirekên civakê niqaş dikin, ev pirsgirekên ku di nav civakê de hatiye ava kirin em dixwazin bi zimanek zelal rexinin û çareseriya wê ji di nav civakê de em bi hev re çareser bikin.


(zt)