Hebûna berhemên jinan di pirtûkxaneyan de giyand dide dîroka jinan …

11:38

Sarya GOZOGLU / JINHA


STENBOL – Seroka Desteya Bilind ya Wexfa Navenda Zanînan û di heman demê de di Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya bi durişma “Dema ku demborî baş neyê destgirtin dê dahatoyek baş jî neyê avakirin” xebatê xwe dikin Prof. Dr. Işil Baş girêdayî pirtûkxaneyê axivî. Işil diyar kir ku hem behrem û hem jî kevnarebûn û dîrokî bûna avahiya ku pirtûkxane di navê deye û hem jî pirtûkên di refên pirtûkxanê de hatine bi cîh kirin ji her temenî mirov tên ziyaret dikin. Işil da zanîn ku pirtûkxaneya wan fêkiyên xebatek hevbeşe. Işil destnîşan kir ku armanca wan ya sereke komkirina belgeyên jinan û ji demboriyê ber bi dahetoyê ve belgeyekê bidin avakirine.  


Ji bo hîn hêsantir xebatên jinan bên kirin û jin bi hêsanî danehevên xwe binirxînin Pirtûkxaneya Berhemên Jinan  û Wexfa Navenda Zanînan ya k udi sala 1989’an de hatiye avakirin, pirtûkên girêdayî jinan û arşîvan komdike. Vebûna pirtûkxaneyê jî di sala 1990’an de hatiye kirin. Pirtûkxane û Wexf li taxa Halîç Fener ya Setenbolê hatiye vekirin. Pirtûkxane ji aliyê Jale Baysal, Fusyn Akatli, Şîrîn Tekelî, Zfer Fusun Ertug û Asli Davaz ve hatiye vekirin. Pirtûkxaneya Berhemên Jinan  û Wexfa Navenda Zanînan ji bo yên ku bixwazin dîroka jinan lêkolîn bikin, behrem û çavkaniyên jê sud bên girtin komkiriye. Pirtûkxane ji bo jinan avakirina pêşerojek azad dixebite. Ji ber Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ramana dema ku demborî baş neyê destgirtin dê dahatoyek baş jî neyê avakirin diparêze. Ji ber Pirtûkxaneya Berhemên Jinan pirtûkên koleksiyon, arşîv, weşanên berdewamî, eremera, 22 salan rojnameyên tên weşandin, kolekisiyona rêxistinên jinan, kolekisiyona arşîvên tayîbet, kolekisiyonên li ber çav (kartopastal, afîş, fotograf, dia, vîdeo, kaset) li gel dosyeyên biyografîk yên jinên hunermend, nivîskar û siyasetmendar pêktê. Di pirtûkxaneyê de bi giştî nêzî 12 hezar û 500 berhem hene. Ji van berheman 300 jî ji berhemên jinan pêktên.


‘Armanca me ya herî sereke jî komkirina berhemên girêdayî jinane’


Seroka Desteya Bilind ya Wexfa Navenda Zanînan û di heman demê de di Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya bi durişma “Dema ku demborî baş neyê destgirtin dê dahatoyek baş jî neyê avakirin” xebatê xwe dikin Prof. Dr. Işil Baş girêdayî pirtûkxaneyê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Wexfa me ji bo jinên ku di tevahî dîrokê de hatîn ji bîr kirin, ji nedîtî ve li wan hatî nêrîn û weke cinsê duyem hatîn dîtine. Ji bo jin êdî berhemên xwe derxînin û din ava civakê de hebûna xwe bidin nîşandane. Pirtûkxane ji bo qazanckirina niran û anîna rewşek ya civakîbûyînê hatiye avakirin” Işil diyar kir ku her dem di herênên huner, gotinên civakî de, wêje û zanînê de yan cihekî pir biçuk ji bo jinan hatiye dayîn yan jî ji xwe qet cîh nedane wan hatiye dîtin.  Işil da zanîn ku armanca wan ya sereke komkirina belgeyên jinan û ji demboriyê ber bi dahetoyê ve belgeyekê bidin avakirin û parastina wan belgeyane.


Materyal bi alîkariya 300 rêxistinên jinan hatiye berhev kirin   


Işil destnîşan kir ku di pirtûkxaneyê de bi giştî nêzî 12 hezar û 500 berhem hene, ev berhemane ji rojane jiyana jinan, xebata wan, malbat, mal, tenduristî û perwerdeya wan pêktên. Işil derbirî k udi pirtûkxanê de berhemên li ser rêxistinbûna jinan û qazancên wan yên di aliyê polîtîk de jî hene. Işil anî ziman k udi kolekisiyona wêjevanên jin de 780 pirtûkên nivîskaran hend û li gel wan jî li ser van wêjevanan di aliyê nasîna pirtûkên wan, nûçeyên wan yên kesanî û biyografiya wan jî pirtûkxaneya veşarti ya ku nêzî 4000 zimanên cuda meqale û nivîsên li ser jinan têde cîh digirin, 500 tez jî yên mijara wan jinin ji sala 1935’an heta niha hatine kom kirin hene.Işil diyar kir ku ji demê Osmaniyan heta niha belgeyên li ser rêxistinên jinan û tekoşînên wan yên di derbarê parastin û lêgera mafê xwe de bi awayê tuzîk, afîş û wêne bi alîkariya 300 rêxistinên jinan hatine komkirin. Işil da zanîn ku bi vê boneyê arşîva demboriyê hatiye komkirin û ji bo nifşê nû hatiye rakirin.


‘248 berhemên hunerî di pirtûkxaneyê de cîh digirin’    


Işil destnîşan kir ku 248 berhemên hunermendên jin di pirtûkxaneyê de cîh digirin û li gel wan jî arşîva kesani ya ku ji hinek navên giring yên weke Sureya Agaoglu, Cahît Uçuk, Pinar Kur, Necile Tevfîk ji rojane jiyana wan, name, awraqên malbatê û wêneyên wan cîh digirin. Işil bilêv kir ku kovarên jinan yên berê û kopyeya orjînala wan pirtûkên bi tîpên berê hatîne nivîsîn pêşkêşî lêkolînvanan tên kirin ji bo xebatên lêkolînê û wiha domand: “Berhem piranî bi riya bexşê tên komkirin. Li hevanîna pirtûkxaneyê jî bi rêbaza pirtûkxanebûnê ya modern tê beşkirin û bicîh kirin.


‘Atmosfera pritûkxaneya me ya hunerî ziyaretciyan bandor dike’


Işil anî ziman ku ji her temenî û herk kesîman ziyaretcî tên pirtûkxaneya wan ziyaret dikin û wiha domand: “Ji hemû kesîman û hem kesan welatî tên pirtûkxaneya me ziyaret dikin. Ji lêkolînvanan yên ku dixwazin lêkolînan bikin tên çavkaniyan digirin. Ji ber pirtûkxaneya me dewlemende û her kes dikare tiştên ku digere têde bibînin. Hem behrem û hem jî kevnarebûn û dîrokî bûna avahiya ku pirtûkxane di navê deye û hem jî pirtûkên di refên pirtûkxanê de hatine bi cîh kirin ji her temenî mirov tên ziyaret dikin. Di heman demê de pirtûkxane bi van tayîbetiyên xwe bandorek mezin li ser dîdaran dihêle.”


 (zt)