Jinan starta ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne’ dan
12:13
JINHA
AMED – DOKH’ê starta kampanyaya ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne’ da. Aktîvîsta DOKH’ê Gul Kiziltaş der barê kampanyayê de axivî û da zanîn ku divê hikûmet destpêkê pergala Îmraliyê ji holê rake û wiha got: “Divê dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên îmhakirina gel berde. Pêvajoya diyalogê wergerîne muzakereyê û bi awayekî makeqanûnî pêvajoyê bi rêve bibe. Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe di çalakiyan de ne.”
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye starta kampanyaya ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne’ da. Jinan li Komeleya Jinan a Cerenê bi awayekî girseyî der barê kampanyayê de daxûyaniyek dan. Di daxuyaniyê de saziyên jinan ên hevparên DOKH’ê, BDP, Meclisa Jinan a KCD’ê, Meclisa Jinan a Bajêr, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hevşaredarên navçeyên Amedê amede bûn. Her wiha di daxûyaniyê de pankarta ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne’ hat hilgirtin.
Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH’ê Gul Kiziltaş metna daxuyaniyê xwend. Gul da zanîn ku ew ê bi awayekî aktîv kampanyayê bi rêve bibin û wiha got: “Em gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di deklarasyona xwe ya Newrozê de gotibû ‘pêvajoyek nû dest pê dike’ girîng dibînin. Pergala kapîtalîst di destpêkê de li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dixwaze wergerîne gola xwînê û dixwaze vê yekê bike weke qedera gelan. Hişmendiya yek netew-dewlet ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatiye avakirin. Êrîşê zayendiyan, civakan dike û dixwaze civakê ji xwezaya wê ve dûr bixîne û hegomanyaya xwe meşrû bike.”
Gul da zanîn ku pergala kapîtalîst bi ferzkirinên xwe dixwaze civakbûyînê ji wateya wê derxe û wiha pêda çû: “Serdest ji bo berjewendiyên xwe di dîrokan de şerên bi xwîn pêk anîn, çand û zimanan tune kirin û mirovan ji nirxên wan dûr xistin. Li hemberî yekperestiya dewleta-netew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan modela modernîteya demokratîk afirand. Ev yek jî tê wateya ku gel bi xweza û kokên xwe re ji nû ve tên gel hev.”
‘Modernîteya demokratîk bi azadiya jinan encax pêk bê’
Gul anî ziman ku nakokiyên ku li ser mêtîngeriya civakî dertê holê li ser jinan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber wê jî encax modernîteya demokratîk li ser esasê têkoşîna azadiya jinan pêk bê. Divê pêyva ‘heta jin azad nebin civak jî azad nebe’ ji dûrişmeyê bê derxistin û em ê bi hemû jinan re civakê ji nû ve înşa bikin. Em weke jin ji nûve kelecana înşakirina civakê dijîn. Heta niha pergala ku dixwest em li hemberî jiyanê bê evîn û kelecan bin, li hemberî têkoşîna azadiya jinan vala hatine derxistin. Rêberê me ku dixwaze modela civaka demokratîk bixe jiyanê nûnerê lêgerîna azadiyê ya gelekî ye. Ji ber wê jî esareta li ser wî esareta li hemû jin, gel û cûdahiyane. Em Rêbertî weke lîderekî gerdûnî dibînin. Ji ber wê jî me kampanyaya ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne’ dan destpêkirin. Ji bo paradîgmaya vê kampanyayê di Rojhilata Navîn de û di cîhanê de bi bandor be em ê têkoşînek bêhempa bidin.”
(aw)

