Ji jinên Wanê banga ji bo xwedîderketina li Rojava kirin
13:21
Mizgin Tabu/JINHA
WAN- Jinên Wanê girêdayî teqînên duh li Serêkaniyê rudan û 11 kesan jiyena xwe ji dest dane nêrînên xwe anîn ziman. Jinan banga xwedîderketiya li Rojava kirin. Jinan diyar kirin ku ew van qirkirinên li ser gelê Rojava napejirînin û gotin: “Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin pêwîste di vê mijarê de baldarbûna xwe nîşan bidin. Her kesên ku Marê Mirovan diparêzin, rêxistinên civaka sivîl nivîskar û her kes ji van kirinan re bêjin bese. Ev qirkirin xetayê mirovahiyêne û divê demek ji ya dinê zutir pêşiya van kirinan bên girtin.”
Li serêkaniyê ji aliyê çeteyên ÎŞID’ê de duh du êrîşên xwekujî pêkhatin û di encamê de 4 endamên asayîşê, 1 yendamê artêşa YPG’ê, 2 jin, zarok jî din av de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi mehane xendekên ku KDP di navbera Herêma Federala Kurdistanê û Rojavade dikolin di rojevêdene. Her wiha kolana van xendekan dibe sedemê qirkirin û mirinan. Jinên Wanê balkişandin li ser êrîşên li ser gelê Rojava û banga xwedîderketina li Rojava li hemû gelê kurd kirin.
‘Ev kirinên li Rojava tên jiyan kirin ne tesadufin’
Xwendevana Zanîngiha Yuzuncuyilê Hîlal Bîr diyar kir ku çî dibe bila bibe ew li hemberî kuştina mirovanin. Hîlal anî ziman ku jiyana mirovan ji her tiştî giringtire û wiha got: “Ji xwe tiştên wiha li Rojava tên jiyan kirin. Ev tesadufek nîne. Ez bawerim ku heger mirov destê xwe bidin hev bi hev re aştiyê bixwazin dê bikarin li pêşiya van kuştinan jî bigirin. Em dixwazin bi hebûna rojê re êdî rabin ne bi agahiyên mirinê. Kî dibe bila bibe, li ku dibe bila bibe, em naxwazin agahiyên mirinê bibihîsin.”
‘Divê ji qirkirinan re bêjin bese’
Emîne Bozkurt jî da zanîn ku qirkirinên li ser gelê Rojava tên kirin rewşek ya bê pejirandin nîne û wiha domand: “Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin pêwîste di vê mijarê de baldarbûna xwe nîşan bidin. Her kesên ku Marê Mirovan diparêzin, rêxistinên civaka sivîl nivîskar û her kes ji van kirinan re bêjin bese. Ev qirkirin xetayê mirovahiyêne û divê demek ji ya dinê zutir pêşiya van kirinan bên girtin.”
‘Divê em li hemberî mirinan bêdeng nemînîn’
Xwendevana Zanîngiha Yuzuncuyilê Ruber Mengeş jî anî ziman ku ew dixwazin zoriya li ser gelê kurd bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Li cihekê mirov dimirin û li her aliyê cîhanê jî ji b ovan mirinan bêdeng disekinin, ev bi serê xwe êşeke girane. Li wê zarok dimirin û kes alîkarî nake. Tirkiye di aliyê şer de alîkarî dike. Li wê şer berdewam dike, li vêderê bêdeng sekinîna me neraste. Heger em dixwazin şer bê rawestandin, divê em alîkariya xwişk û birayên xwe yên li wê bikin û destê xwe dirêjî wan bikin.”
‘Rojava li ber xwe dide’
Xwendevana Zanîngiha Yuzuncuyilê Gozde Aslan jî bilêv kir ku ev ji salekê zêdetire berxwedana Rojava berdewam dike û li wê gavên giring tên avêtin û wiha axivî: “Li hemberî êrîşên çeteyên El Nusta û hemû êrîşên çeteyan gelê li wê berxwedanek bê hempa nîşan didin. Berî niha rojekê yanî duh 23’ê yê Nîsanê Roja Cejna Zarokanbû û îro jî li Rojava zarok dimirin.”
‘Astengiyên fîzîkî nikare yekîtiya kurdan xirabike’
Zubeyde Urgun jî diyar kir ku ew ji ber teqînên ku rudane gelek xemgînin û wiha got: “Ji bo ji hev cudakirina kurdan kolana xendekan bûyerek fîzîkiye. Lê ez nebawerim ku bi serkeftîbe. Astengiyên fîzîkî nikare yekîtiya kurdan xirabike.”
Banga hestiyariyê ji bo gelê Rojava
Xwendevana Zanîngiha Yuzuncuyilê ya ku beşê erdnîgariyê dixwîne Ozlem Altin jî divê li hemberî gelê Rojava her kes bi hestiyarî tevbigerin û wiha domand: “Ez li Nisêbînê dimînim. Di dema derbasbûyî de dîwarê din ava sînorê Qamîşlo de jî çêdikirin bûyerek weke vê bû. Ji bo pêşiya van kirinan bên girtin divê gel bi hestiyarî nêzbibin.”
(zt)

