'Heta Serokê me azad bibe …'

10:21

Perihan KAYA- JINHA


AMED – Aktivista DOKH’ê Gul Kızıltaş girêdayî kampanye ya wan ya ‘Jin ji bo Azadiya Serokê xwe di çalakiyandenin’ wiha axivi: “Emê li herêmê komusyonên jinan yên pêşengiya xebatan bikin avabikin. Emê di meha heziranê de lig elek bajaran çalakiyan li darbixin. Her wiha kon dêbên vedan û çalakiyên weke meş, konser û festşifal bên li darxistin. Emê kampanyayek ya ku ji zarokan heta piran her kesim tevlibibin û jin pêşengiyê bikin li darbixin. Heta ku Serokê me azad nebe emê kampanyeya xwe berdewam bikin.”


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê starta kampanyeya ‘Jin ji bo Azadiya Serokê xwe di çalakiyandenin’ dan. Aktivista DOKH’ê Gul Kızıltaş girêdayî kampanye ya xwe wiha nirxandin kir: “Emê weke DOKH’ê kampanyeya kum e dayî despêkirin bi awayeki heri bi hêz berdewam bikin. Di Newroza 2013’an de Serokê me pêvajoyek ya bi navê ‘Demokratik û diyalok’ daye despêkirin. Di seri de hêzên deshilat yên Rojhilata Navîn mudaxeleyek fiziki kirine. Dixwazin civakan li hembarî hev rakin û kaosekê bidin çêkirin. Ev mudaxele mudaxeleyek ya hêza cewheri ya gelane.”


‘Girêdayî jinan kedek mezin ya Serokatiya me heye’


Gul diyar kir ku ew dixwazin di kesayetiya jinan de civakê bigirin dest û got: “Divê jin û civak ji nûve bên desgirtin û hev bibînin. Em ji nû de xwe nasdikin. Hêza me ya cewheri çiye? Vina me ya cewhari çiye? Divê pêvajo çawa bê birêvebirin? Di eniya gelan de pêvajoyên kaosê bi kîjan hişmendiyê tê rakirin li ser van hemûyan niqaş û nirxandinên me yên pir cidî hene. Bi îlankirina Modernîteya Demokratîk re dê netewa demokratîk çawa bê avakirin? Di aliyê me de nirxandinên cidi hene.”


‘Em weke jin careke dinê bi dîrokê re hatin bahev’


Gul da zanin ku Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya dawiyê de diyar kiriye ku bi koka xwe re hatina bahev ya gelan rastiyeke û wiha got: “Em weke jin carekedinê bi dîrokê re hatin bahev. Me xwe ji nû ve girt dest. Ev ne di çarçovaya hendeseya civakîde bû, ji bo ji nûve em vîna xwe ya cewherî derxin holê bi xwe re ru bir u bûyînek hat çêkirin. Bi vê emê di aliyê civakîbûnê de ji tekoşînê bidin. Dê bi avabûna kesayetên azad ev potansiyel derkeve pêş. Di aliyê tevahiya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê de divê ji nû ve bi xwe re ru bi rubûnek bê çêkirin. Em ketin di ferqa wê de divê ji bo vê mijarê hişmendiyak bê dayîn.”


‘Me komîsyon avakirin’


Gul balkişand li ser despêkirina kampanyeyê û wiha domand: “Me Konferansa Jinên Rojhilata Navîn çêkir. Em weke jinên Rojhilata Navîn hatin bahev û me cîhan jinûve girt dest. Me mijara di malê de hebiskirina jinan bi gişti red kir. Dê jinên li Tirkiyê li gel jinên Rojhilata Navîn bi hev re tevbigerin. Em difikirin ku divê jin li hemberî hêzên hegemonik xwe bikin yek û bi hev re tevbigerin. Jin nûneriya netewekê dikin. Di heman demê de din ava netewa demokratik de xwediyê hêza pêşengiyêye. Me di vê mijarê de komisyon avakirine. Em weke jin ‘Ji bo Azadiya Serokê xwe diçalakiyandenin’ û ‘Projeya Avakirina Netewa Demokratik’ bi hev re birêve bibin. Emê hêj zêdetir berfireh bikin û tenê bi xwe re sinor nehêlin.”


‘Emê di mahe haziranê de çalakiyan û mitingan li darbixin’   


Gul anî ziman ku dê jin kampanyeyê bi rê ve bibin û wiha berdewam kir: “Emê li herêmê komusyonên jinan yên pêşengiya xebatkirinê bikin avabikin. Ev kampanya tenê dê bi berhevkirina îmzayan berdewam neke. Em kurkirin û têgihiştina wê dixwanin. Pêşiniyara ‘8 babet û 8 komisyon’ heye. Di cîhanê de tecrube çiye, emê vê yekê ne li ser kesan li ser tevahiya derdor binirxînin. Emê di meha heziranê de lig elek bajaran çalakiyan li darbixin. Her wiha kon dêbên vedan û çalakiyên weke meş, konser û festşifal bên li darxistin. Emê kampanyayek ya ku ji zarokan heta piran her kesim tevlibibin û jin pêşengiyê bikin li darbixin. Heta ku Serokê me azad nebe emê kampanyeya xwe berdewam bikin. Di vê mijarê de gomana me nîne dê jin hemû beşdar bibin. Ji bo avakirina jiyanek nû em bang li hemû jinan û civakê dikin tevli van çalakiyan bibin.”


 (zt)