‘Emê li Silopiya pergala hevserokatiyê derxinin pêş'
11:23
Asya TEKİN-Mizgin TABU/JINHA
ŞIRNEX- Navçeya Silopiya ya Şirnexê ya ku bi gelek tayebetiyên xwe yên kevneşop û sazumaniya xwe ya feodal li gel bazirganiya xwe ya li ser sînor di herêmî de xwediyê cihekî cudaye. Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer ya k udi hilbijartinên herêmî de bi rêjeyek dengan ya ji sedî 83’an bi serketin got: “Emê bi xebatên xwe yên pergala hevserokatiyê moral bidin gelên herêmê. Emê jinan ji rewşa heyî derxinin, bikin endamên bingehîn yên nava hemû dam û dezgayên civakî.”
Di hilijartinên herêmiyên 30’ê Adarê li gelek navand û navçeyan Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi pergala xwe ya hevşaredariyê ya k udi cihanê de yekeme şaredari qazanc kirin. Hevşaredara navçeya Silopiya ya Şirnexê Emîne Esmer ya ku di hilbijartinên herêmî de bi rêjeyek dengan ya ji sedî 83’an bi serketine diyar kir ku di dema hilbijartinan de wan piştevaniyek mezin ji gel girtine û wiha got: “Li ciheki weke Silopiya bandora hişmendiya feodal lê pir bi hêz jin bûyîna şaredar ji bo BDP’ê deskeftiyeki mezine.”
‘Emê di çarçovaya daxwazên gel de bixebitin’
Emîne da zanîn ku Silopiya di aliyê çandê de xwediyê gelek tişntên xweserin, lê ji ber bandora feodalizmê bi awayekî di bin tundiyê de berdewam dikin. Emîne alikariya jinan ya didemê hilbijartinan de wiya ani ziman: “Di dema hilbijartinan de herî zêde jin l ime xwediderketin. Em li bendê nebûn her kes wiha l ime xwediderkevin. Pergalek mêran ya xwediyê dîrokek 5 hezar salan heye. Bi carekê re guherin û jinek kirina şaredar çênabeş.”
‘Baweriya gel bi şaredariyên BDP’ê tê’
Emîne di Silopyan de ji sedi 83 girtina dengan ji bo BDP’ê qazancek dit ü wiha axivî: “Ev du pêvajoya Silopiya di destê BDP’ê dene. Heta niha gelek ked hatiye kirin û hina gelek kêmani hene, ji ber her ku diçe pêdivî jî zêde dibin.”
‘Divê ferqa me ya ji partiyên pergalê li ber çavan bixwiyê’
Emîne destnîşan kir ku gelê Silopiya li şaredariya xwe xwedi derdikevin û wiha domand: “Di hemû şert û mercan de emê bi gel re bin. Divê ferqa me ya ji partiyên pergalê li ber çavan be. Ji ber heta niha me hemû xebatên xwe bi gel re kirine.”
‘Me li hemû taxan civînên gel çêkirin’
Emîne ani ziman ku wan li hemû taxên Silopiyan bi gel re civin çêkirine û got: “Me talebên gel dan rêzê weke hedefa yekem, duyem û sêyem. Her wiha dê xebatlên me yên ji bo jinan jî berdewam bike. Emê ji bo jinan salonên werzîlê û parqan avabikin. Ev cihane dê ne tenê ji bo dem derbaskirina jinan be, her wiha ji bo ku jin di wan cihan de bixebitin dê xebat bên kirin. Dê deriyê kul i Silopiyan hatiye vekirin di serî de bibê deriyê jinan û hemû gel.”
‘Divê jin li her derêbin’
Emîne bilêv kir ku dê di xebatên xwe de pergala hevserokatiyê derxinin pêş û wiha domand: “Divê jin di civakê de ne weke mal bên dîtin, weke endamên sereke yên civakê bên ditin û din ava hemû karan de jî cihê xwe bigitin. Heger li hemberi pergala hevserokatiyê fikirên nerênî jî hebin, dê nekarin li pêşiya xebatên me bibin asteng. Ez bawerim emê bi pergala hevserokatiyê di Slopiya de bibin çavkaniya moral baweriyê ji bo gel.”
(zt)

