Heyeta BDP-HDP’ê ketin li ser riya Îmraliyê

11:36

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN –  Heyeta BDP-HDP'ê bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Heyeta BDP-HDP'ê ku herî dawî di 8'ê Adarê de çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, bi boneya bi Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne ber bi Îmraliyê ve bi rê ket. Heyeta BDP-HDP'ê ku ji Wekîlên Koma BDP'ê Pervin Buldan û Îdris Baluken û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê û Berpirsê Pêvajoya Çareseriyê û Muzakereyan Sirri Sureyya Onder pêk tê ketin ser riya Îmraliyê.


 (zt)