Beriya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê Atolyeya Pêlîstokê

17:17

 


JINHA


AMED – Li Atolyeya Maskê, bi boyaxa alkalîk, pelê rojnameyê, potên bi alçî, zeliqoka (tutkal) toz, rûpûşk tên çêkirin. Li Atolyeya Pêlîstokê, sînger, strafor, kîl, boyax, zeliqoka darîn, çîte û caw tên bikaranîn. Di atolyê de ji bo hûnerên sehneyê pêlîstok tên çêkirin.


Beriya 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku di navbera 29’ê nîsanê û 6’ê gulanê de bi tevlîbûna 16 komên jig elek navendan tên dê bê lidarxistin, li Konserwatuara Bajêr a Aram Tigranê, Atolyeya Mask tê lidarxistin. Atolye, di 23’yê nîsanê de destpê dike, di 29’ê nîsanê de bidawî dibe. Ji Konservatuara Bajêr a Aram Tigran û Navenda Çanda Cegerxwîn, 60 xwendevan tevlî atolyeyê dibin. Bahar Demîrtaş koordînatoriya atolyeyê dike. Di atolyeyê de, Yasîn Yureklî û Cemîl Atîk perwerdehî didin. Perwerdekar Sevda Çevîk û Ozge Atvur jî cih digirin. Li atolyeyê, bi boyaxa alkalîk, pelê rojnameyê, potên bi alçî, zeliqoka (tutkal) toz, rûpûşk tên çêkirin. Li Atolyeya Pêlîstokê, sînger, strafor, kîl, boyax, zeliqoka darîn, çîte û caw tên bikaranîn. Di atolyê de ji bo hûnerên sehneyê pêlîstok tên çêkirin.


(hp/xo)