Li gorî Kovara Peopel jina herî bedew Lupita Nyongê hat dîtin
12:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktora sînemayê Lupita Nyongê ya Meksîkî ji aliyê kovara People ve weke jina herî bedew ya cîhanê hate hilbijartin.
Lupita Nyongê di filma bi navê ‘İxsiriya 12 salî’ (12 Years a Slave) de rola jina kole ya bi navê Patsey lîstibû û xelata Oscarê wergirtibû. Kovara People ew weke jina herî bedew hilbijart û di serrûpelê kovarê de cîh da wêneyên wê.
Lupita Nyongê li Meksikayê ji dayik bûye lê li Kenya jiyaye û li wir mezin bûye. Lupita Nyongê der barê mijarê de daxuyand û diyar kir ku ew pir keyfxweşe weke jina herî bedew ya cîhanê hatiye hilbijartin.
Di nava 50 jinên bedew yên cîhanê de Lupita Nyong’o’yu Keri Russel, Jenna Dewan-Tatum, Mindy Kaling, Pink, Amber Heard, Gabriella Union, Molly Sims jî hene.
(zt)

