Jinan nerazibûn nişanî nêzîkatiyên rêveberiya TOKİ ya dan
14:22
JINHA
AMED -Li Amedê, ji bo şermezarkirina pirsgirêkên di rêveberiya sîteya TOKÎ Uç-Kuyular de jinên niştecihên sîteyê avahiya rêveberiyê dagir kirin.
Pirsgirêkên di sîteya TOKÎ Uç-Kuyular de rastî nerazîbûna jinan hat. Bi sedan jin li bazara semta sergirtî ya Yenîşehîr kom bûn bi dirûşmayên, "Rêveberî îstîfa" û "Ji rêveberiyê re na" ber bi avahiya rêveberiya sîteya TOKÎ ve meşiyan. Jinan odeya rêveberiyê dagir kirin û gotin, "Ji bo em gilî û gazincên xwe bînin ziman em hatin vir" û jinan nerazîbûn nîşanî gotina, "Hûn li vir di kirê de ne, em dikarin we ji vir biavêjin" dan.
Jinan paşê li deriyên odeya rêveberiyê dan û anîn ziman ku wê her roj çalakiyan li dar bixin. Jinan xwest Serokê Rêveberiya TOKÎ Uç-Kuyular bi wan re hevdîtinê pêk bîne. Jinên di avahiya rêveberiyê de çalakiya rûniştinê pêk anîn, rêya di nav sîteyê de jî ji trafîkê re girtin. Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan jinên xwestin careke din ber bi avahiya rêveberiyê ve bimeşin ji aliyê ewlekariya taybet ve hatin astengkirin.
Serokê Rêveberiya TOKÎ yên ji neçarî hat cihê çalakiyê got ku wê dest ji wezîfeya xwe berde. Tevî vê jî çalakiya şermezarkirinê ya jinan didome.
(zt)

