‘Heger ya ku em dibêjin îftirabe ne li faîlan dozê li me vekin’

15:41

 JINHA


AMED – Çalakiya runiştinê ya ku her hefte bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û fail bên darezandin” îro jî di heftaya 272’an de hat li darxistin. Di çalakiyê de aqubeta Mehmud Demirer yê ku di sala 1994’an de li Êlihê ji aliyê Hizbullahan ve hati revandin hat pirsin. Di despêka çalakiyê de Serokê Şaxa İHD a Amedê Raci Bilici axivi û got: “Em bang li serdozgerê komarê dikin. Heger çîrokên wendayan yên ku em li vêderê dibêjin iftirane werin l ime dozê vekin.”


Ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ê û xizmên wendayan ve her hefte bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û fail bên darezandin” îro jî di heftaya 272’an de çalakiya runiştinê hat li darxistin. Çalak ili ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoyuyê hat li darxistin. Di çalakiyê de pankarta mezin ya bi sernivîsa “Ew di demeke bêwext de ji malê hatin girtin û carekedinê venegeriyan” û wêneyên piranî kesên k udi salên 90’î de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di çalakiyê de Rêveber û endamên Şaxa İHD a Amedê, Serokê Şaxa İHD a Şirnexê Emirhan Uysal, Ferhat Encu yê ku gelek xizmên xwe di qirkirina Roboskî de wenda kiri û di heman demê de endamê MP ya BDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên sendikayên girêdayî KESK’ê  û gelek xizmên wendayan amadebûn.


‘Hete ruyê deshilatiyê yê qirêj dernekeve holê emê tekoşîna xwe berdewam bikin’   


Serokê Şaxa İHD a Amedê Raci Bilici diyar kir ku heta niha ew ji bo aqîbeta wendayan derkeve holê û hikumeta AKP’ê jî di navêde heta niha politikaya qirêj ya dewletê bê dîtin ew tekoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: “Heger ev hişmendî hatibana guherîn dê failên k udi hemû arşivên dewletê de diyarin din ava mede çengê xwe ne hejandibana û ne geriyabana. Diyare ku deshilatiya civakî bê guherîn jî dê hişmendî neyê guherin. Ji ber talebên me, yên kum e derxistine holê, yên ku me deşifre kirî, yên kum e bi darazê re par kirî tu ji wan li ser nehatine rawestandin.”


‘Ji bo ku em weke bira bi hev re bijîn divê em bi demboriya xwe re bên bahev!’


Raci balkişand li ser di pêvajoya çareseriyê de baldarbûna kurdan û wiha domand: “Lê deshilat di şer de israr dikin û politikayên şer ji holê ranakin. Di vê pêvajoyê de cihê hêzên çekdarê dewletê nehatin guherîn. Berevajî wan bi hêz dikin. Ji nû de dest bi avakirina qereqolan û girtina sînoran dikin.”


Paşê jî ji aliyê endama Komisyona Wendayan ya Şaxa İHD a Amedê Necibe Guneş Perînçek ve çîroka jiyana Mehmud Demirer yê ku di sala 1994’an de li Êlihê ji aliyê Hizbullahan ve hati revandin hat vegotin.


Paşê jî ji bo  Mehmud Demirer û hemû wendayan 5 deqiqe çalakiya runiştinê hat li darxistin û paşê çalaki qediya.


(zt)