Li Avganistanê lêhiya mezin bû sedemê mirina gelek kesan

16:11

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên Faryab, Badgîs, Sarî Pûl û Cewîzcan  yên Avanistanê baranek bi şid despêkir û lêhî rabû, di encamê de heta niha 100 kes mirine.

Parêzgarê herêma Faryabê, Mihemedullah Betaş diyar kir ku li gelek navçeyên bajêr lehiyeke mezin rabûye û 33 kes jî mirine û ji ber barana şid nêzî 8 hezar kes bê mal man, bi dehan kes winda ne.

Her weha parêzgarê bajarê Sarî Pûrê, Ebulcebbar Heqbîn jî daxuyanî da ku li çend navçeyan heta niha termê 6 kesan dîtine û 17 kes jî winda ne.

Hat ragihandin ku ji lehiyê herî zêde wilayeta Cewîzcanê zirar dîtiye û hejmara kesên ku li wê derê mirine jî 53 ye.

Alîkarê parêzgarê herêma Cewîzcanê Ebdurehman Mehmûdî diyar kir  ku tirsa wan ew e hejmara miriyan zêde bibe û da zanîn ku ji ber lehiyê nêzî 5 hezar kes bê mal man. Li gundan hê jî xetereya lehiyê heye.


(zt)