Dê Şaxa KESK’ê ya Wanê beşa jinan veke

09:20

MİZGİN Tabu/JINHA


WAN – Şaxa KESK’ê ya Wanê hewil dide din ava beşên xwe yên xebatê de zêdetir cih bidin jinan û rengê jinan jî di nava xebatan de bixwiyên. Sekretera Jinan ya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Ozgul Çelîk Kalelî balkişand li ser zêdebûna hejmara jinan din ava sendîkayan de û got: “Din ava sendîkayan de hejmara jinan zêdeye û li gel wê jî evqas rengê mêran derketina pêş me nerehet dike.”


Bi xistina meryetê ya hevserokatiyê re li gelek cihan jin zêdetir zindî dibin û din ava rêveberiyan de dibin xwediyê mafê gotinê. Din ava Şaxa KESK’ê ya Wanê de beşa jinan tê vekirin. Bi zêdebûna rêxistinbûnên jinan din ava sendîkayan de zêdetir rolê zindîbûnê dide jinan. Girêdayî sedem û armancên avabûna beşa jinan Sekretera Jinan ya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Ozgul Çelîk Kalelî û Sekretera Şaxa Perwerdê Nesrîn Yilmaz  diyar kirin ku ev proje wan bi kelecan dike û dê di aliyê jinan de ji pir başbe.


‘Emê din ava sendîkayan de rêxistinbûnên jinan zêde bikin’


Girêdayi  avakirina beşa jinan din ava Şaxa KESK’ê ya Wanê de Ozgul Çelîk Kalelî axivî. Ozgul da zanin ku hejmara jinan din ava tevahvahiya KESK’ê de bi gişti ji yên cîhanê zêdetire, lê ne aktifin û wiha got: “Heger din ava sendîkayan de hejmara me zêdeye wêdemê em jin bi hev re atolyeyan avabikin. Xebatên xwe birêkupêk bikin. Di nava sendikayan de rêxistinbûna xwe xurt bikin. Din ava sendîkayan de hejmara jinan ewqas zêdeye û li gel wê jî evqas rengê mêran derketina pêş me nerehet dike.”


‘Di nava atolyeyan de dê mijarên rojane bên nîqaşkirin’


Ozgul anî ziman ku dê avakirina beşa jinan ji bo jinan alternaltîfên nû derxe pêş û wiha domand: “Di derbarê naveroka atolyeyen de emê li gel hevalên xwe yên jin bi civîn û bi hev re biryaran bidin, lê niha em li ser mijarên weke zayendiya civakî, feminizim yan jî din ava sendîkayan de rêxistinbûna jinan yên wiha rojane hene. Berî niha jî di aliyê rêxistinbûna jinan pêşketin anin. Ji ber jinan cihek ayidê xwe dîtin û tevlibûna jinan pir zêde çêbû. Em ji van ceribandinan ketin rê û me biryar da kul i Wanê beşa jinan vekin. Navê beşê ji ‘jin û hebûn’ bûye. Sedema hilbijartina vî navî jî, ji demboriyê heta niha li gel hemû zoriyan hebûna jinan ya din ava kar de ye. Heger em ji navê beşê  jî bikevin rê, dê baş bê zanin ku armanca me ji avakirin vî beşî çiye.”


‘Divê jin rengê xwe bidin sendikayan’


Sekretera Şaxa Perwerdê Nesrîn Yilmaz jî vekirina beşa jinan weke pêdiviyek giring dit û wiha axivî: “Ev projeya vekirina atolyeyên jinan ji pergala deshilatiya mêran cudaye.” Nesrîn diyar kir ku divê rengê jinan din ava sendikayan de bên dîtin.


‘Baldarbûna jinan hêviyê dide me’


Nesrîn anî ziman ku ew difikirin di demeke herî kin de beşa jinan vekin û wiha berdewam kir: “bandora herî mezin ya vekirina beşa jinan, ji holê rakirina fikira devre ya weke jin di hindirê odeyekê de girtinê ye. Wekedinê avakirina navendek ya bi hevalên xwe yên jin re li ser atolyeyan nirxandin kirinê.” Nesrîn da zanin ku ew bi baldarbûna jinan ya di van mijaran de bawerin.


(zt)