‘Azadiya Serokatiya me azadiya jinane’
10:24
JINHA
AMED – Du roj berê jinan sitarta “Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe di çalakiyandene” bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parkir. Girêdayî kampanyeyê Hevseroka MEYA DER’ê Leyla Ayaz kampanya weke ‘kampanyayek dereng mayî’ nirxand. Koordinatora Mala Jinan ya Kardelenê Mukaddes Alataş jî diyar kir ku wan kampanya ne tenê ji bo azadiya Abdullah Ocalan, her wiha ji bo azadiya jinan jî dane despêkirin û wiha got: “Heta Serokê me azad nebe, emê azad nebin.”
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve du roj berê jinan sitarta “Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe di çalakiyandene” bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parkirin û diyar kirin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê berdewam bikin. Di derbarê kampanye ya ku hemû têkelên DOKH’ê beşdarbûyî de Hevseroka MEYA DER’ê Leyla Ayaz wiha axivî: “Ev kampanyayek gelek giring û derengmayiye. Ev nêzî 3 mehane ji bo azadiya Serokatiya xwe me kampanyeya îmzayan daye despêkirin. Kampanye ya ku îro em despêdikîn berdewama wê kampanya yêye.”
‘Emê heta azadiya Serokê xwe berxwedanê bikin’
Leyîla diyar kir ku dê weke têkela DOKH’ê xebatên xwe yên di derbarê kampanyeya “Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe di çalakiyandene” berdewam bikin û wiha domand: “Emê çalaki û xebatên xwe heta rakirina tecrîta li Îmralî û azadiya Serokatiya xwe berdewam bikin.” Leyla balkişand li ser yek alî berdewamkirina pêvajoya çareseriyê ya ku di Newroza Amedê ya 2013’an de ji aliyê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û di aliyê azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan de gav ne avêtina hîkumetê û wiha berdewam kir: “Niha pêvajo hatiye ber rewşa xetimandinê. Sedema herî sereke ya despêkirina kampanyeya me 15 sal tecrîta li ser Serokatiya meye û kirinên hikumetê yên keyîfîne. Hîna serlêdana parêzeran û heyetê rastî nêzîkatiyên keyîfi yên Wezîrê Dadê tên.”
‘Heta Serokê me girtîbe em azad nabin’
Koordinatora Mala Jinan ya Kardelenê Mukaddes Alataş jî wiha axivî: “Serok û vîna Tevgera Azadiya Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan niha girtiye. Heta Serokê me girtîbe em azad nabin.” Mukades da zanîn ku ji bo azadiya jinên kurd Abdullah Ocalan roleke giring lîstiye û wiha got: “Azadiya kesayetek di aliyê tekoşîna jinan de kedek mezin dayî gelek normale.”
‘Ji bo demokratîkbûyînê divê jin tevlî kampanyayê bibin’
Emdama Meclisa Partiya BDP’ê Saadet Becerikli jî balkişand li ser pêvajoya çareseriyê û wiha domand: “Li gel hemû hewla Serokatiyê ya çareseriyê jî hîkumeta AKP’ê di aliyê siyasî de bi qasî tê xwestin cesaretê nîşan nade. Ji xwe siyaset karê cesaretêye. Tenê pêvajoya çareseriyê bi azadiya Serokatiyê dikare berew pêşde biçe. Lê dema ku em li rewşa Serokatiya xwe dinêrin, hîna dixwazin agahiya wî ji cîhanê qut bikin. Di bin tecrîdê de jiyana xwe berdewam dike.”
‘Divê hemû jin li kampanyeyê xwedîderkevin’
Yek ji rêvebera MEYA DER’ê Emîne Ozbek jî balkişand li ser keda Abdullah Ocalan ya di derbarê tekoşîna jinan de û wiha berdewam kir: “Serokê me ji bo azadiya me tekoşîn kiriye, emê jî ji bo azadiya Serokê xwe tekoşînê bikin. Heta Serokê me azad nebe dê jin jî azad nebin, jin jî azad nebe dê civak azad nebe. Kurd tirk ferq nake em li bendêne ku hemû jin bên tevlî kampanyayê bibin.”
(zt)

