'Divê jin nebin aletên şerê qirêj'
12:16
Tekoşin Tekin - Ozlem Akın / JINHA
EDENE – Jinan bertenk nîşanî êrîşên IŞİD’ê yên li ser sivîlan dan û gotin: “Bila jin nebe aletên destê çeteyên bi navê ol bi xwînê jiyan dibin. Di xwezaya jinan de aştî û dadwerî heye. Divê jin li gel gelê Rojava yên ku ji bo mafê xwe têdikoşin cîh bigirin.”
Di 25’ê Nîsanê de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava di ketina bajêr de û li bajaroka Til Xelef ya girêdayî heman bajarî li peyî hev du teqin ji aliyê çeteyan ve hatin li darxistin. Di êrîşê de 4 endamên asayîşê, 1 YPG yî bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 jî birîndarbûn. Di êrîşên berê yên bi vî rengî li ser sivilan de çeteyên IŞİD û El Kaide yên girêdayî El Nusra jin jî bi kar anîne. Li gorî nûçeya ANHA yê ha di roja 25’ê nîsanê de di 6’ê sibatê de dema kul i ser sînorê Tirkiyê dema k udi ketin nava Rojava hêzên asayîşê ferq kirin ew dan rawestandin êrîşkaran bombeyên li ser xwe teqandin. Di encamê de 6 êrîşkar mirin û 2 jî sax hatin girtin. Yek ji ya çalakiya întiharî kirî jî hevsera Hazem İsmail Abdulkerim Ahmed Esma Semir Kamis û li gel Muhamed Maruf bi hev re ketine hindirê Rojava. Her wiha hat zanin ku Esma Maruf bi heman pesteporê ketiye hindirê Urdun û Suudi Erebîstanê û derketiye. Cardin cutek yên zewicî din ava êrîşên întiharî de hat dîtin, hat zanin ku ji bo bi rehetî çalakiyên xwe bikin jinan dixin nava van karan. Di şerê nêzî 4 salan li Surî tê meşandin de mexdurbûna jinan û li gel wê jî jin mîna amêrên şer xebitandin bûn sedema bertêkên jinên Edeneyê.
‘Heger jin jiyane wê demê divê her kes jinan biparêzin’
Adîle Bakrak ya 66 sali bang li jinên kut evli çeteyan dibin kir û got: “Ez bang li hemû jinan dikim ji kîjan dînî û zimanî dibin bila bibin. Çete jinan direvinin dibin welatê dinê û di xebitînin. Lig ora islamê jinan ji bo xwe helal dibînin.” Adîle diyar kir ku jin û zarok ji aliyê çeteyan ve têne tecawîz kirin û li hemberî vê rewşê jî bêdengiyek heye, ev rewş nayê pejirandin û wiha got: “Heger jin jiyane divê her kes li jinan xwedî derkevin û biparêzin.” Adîle wiha bang li Barzanî kir: “Ez bang li Mesud Barzanî dikim, di demekê de me ji bo we leşkeri kir. Kurdistan yek parçeye li 4 parçeyan nayê belav kirin. Newe lîstoka tirkan û xendekan çêneke. Newe van lîstokan dijminên kurdan yeke vê bizanin. Ez hêvîdarim ku ev cudaxaziye ji nava kurdan rabe. Bila hemû kurd rabin li ser lingan û alikariyê bidin Rojava. Rojava maf û axa xwe dixwazin divê em kurd hemû rabin û li Rojava xwedîderkevin. Ez li vêderê berxedana gelê Rojava silav dikim û berdewama serkeftina wan dixwazim.”
‘Çete bi xwîna mirovan dijîn’
Hatice Şendur ya 56 salî jî êrîşên li ser gelê Rojava şermezar kir û got: “Dibêjin çete misilmanin. Tu misilman vê nakin. Evane dijminiya misilmanan dikin. Di olê me de tuştek wiha nine. Çete bi xwîna mirovan jiyan dibin.” Hatice ji bang li Barzanî kir û wiha got: “Em birane em ne dijminê hevin. Xendekên k udi nava me de dikolin tuştek wiha divê din ava me de neyê kirin. Kurdistan yeke li 4 parçan nayê belav kirin. Ev bi salane em şer dikin û xwîna xwe dirêjin. Bi salane dayîk rondikan dibarînin û êşê dikêşin bese êdî. Divê Mesud Barzanî nebe aleta politikaya zilmê û tunehesibandina gelê kurd.”
‘Divê jin nebin aleta amêrên qirêj yên çeteyan’
Leyla Kanat jî bang li jinên din ava çeteyan de cih digirin kir û got: “Ji kijan din, nijad û welatan dibe bila bibe divê jin nebin aleta amêrên qirêj yên çeteyan. Rojava ji bo axa xwe bi çeteyan re şer dikin. Xweza û rengê jinan li gel aştî û dadweriyêye. Divê jin li gel gelê Rojavabin. Bila jinên kut evli qirêjiya çeteyan dibin bizanin ku cardin yên ku zararê didin jinan çetene.” Leyla jî bi vî awayî bang li Mesud Barzanî kir: “Bila Barzanî şerê birakujiyê nede despêkirin. Di navbera kurdan de xendekan ne kolin. Em birane û bi tu awayî vê napejirînin. Diwar û xendekên li ser sînorên Rojava tên kolan birayan ji hev cuda dikin. Divê di navbera me û Rojava de tu sinir nebin. Em êrîşên li ser Rojava şermezar dikin û nelet dikin.”
‘Em êrîşên çeteyan yên li ser gelê kurd şermezar dikin’
Tenzîle Turgay ya 55 salî jî di despêka axaftina xwe de şoreşa Rojava silav kir û wiha domand: “Ez êrîşên çeteyen yên li ser gelê kurd bin elet şermezar dikim. Her dem destê me dayîkan li ser dilê meye. Her roj yan birayê me yan jî zarokên me li Rojava tên qetilkirin. Em jin yên ku herî zêde me di van şerê qirêj de zarar dîtîne. Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim li hemberî van politîkayên şerê qirêj yên kul i ser jinan tên meşandin bibin yek bêdeng nemînin û serê xwe rakin.”
(zt)

