Xemê Kaya: Lawê min bê sucbû...
13:18
JINHA
WAN – Cenazeyê Taner Kaya yê 12 sali yê ku dem adi navbera du şivanan de şer derketî, di encamê de guleyek bi wî ketî û jiyana xwe ji dest dayî sipartin axê. Xemê Kaya ya ku êşa zarokê xwe yê biçuk dikêşe got: “Lawê min bê gunehbû. Lawê min bê suc û sebeb hat kuştin.”
Berî niha du rojan li taxa Esenyamaç ya Elbakê ya Wanê dinavbera du şivana de bi awayê henegî pefçunek derket. Di dawiyê de bi rastî ji hev hêrsbûn û şivanê bi navê Osman Çakmaz bi çeka nêçîrê hat birîndar kirin. Osman rakiribûn Navenda Tibê ya Dursun Odabaşiya Zanîngiha Yuzuncu yilê ya Wanê. Dema ku rewşa Osman başbû ew vegeriya taxê. Osman bi çekê yek ji xizmên kesê ku bûyî sedema birîndarbûna wî Taner Kaya yê 12 salî û diçu pola 3’emîn ya dibistanê xist û wî kuşt. Taner li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê cenaze îro dan xwediyê wî û cenaze sipartina axê. Ev du rojin Serokê navçeya Elbakê yê BDP’ê û endamên Meclisa Şaredariya Elbakê li gel malbatanin û bi wan re êşa wan pardikin, her wiha ji bo bûyerekdinê çênebin jî nobetê digirin. Li gel wan jî leşker jî ji gundê bûyer lê çêbûye durneketine.
‘Min dil nedida lawê xwe ji xwê şiyar bikim’
Dayîka Taner Xemê Kaya jî xwest yên ku bûne sedema qetlikirina lawê wê demek ji ya dinê zutir bên girtin û wiha got: “Lawê min bê gunehbû. Lawê min bê suc û sebeb hat kuştin. Ez giliyê wan dikim yên ku bûne sedema kuştina lawê min bila cezayê xwe bikêşin. Li ser lawê min cercurek vale kirine û paşê jî revîne. Min dil nedida ez lawê xwe ji xewê şiyar bikim. Ji ber wê jî ez diçûm li ber pez.” Bavê wî Fahretin Kaya jî anî ziman ku roja bûyer çêbûye ew li Geverê bûye û bûyera kuştina lawê xwe li ser telefonê bihîstiye û wiha domand: “Serê sibê ji bo ku lawê min pezê xwe ji govê derxîne derket. Lawê min biçukbû hîna nedikarî biçe li ber pez. Dema ku lawê min pez ji govê derdixe ew ji dur ve li ser wî guleyan dibarînin. 30 gule li lawê min xistibûn. Ji xwe tenê guleyek ji bo kuştina mirovan bese. İnsan 30 guleyan li zarokek 12 salî dixe? Bedena lawê min parçe parçe bûyîbû.”
Piştî kuştina Tanerê 12 salî îro 5 malên nêzî şivanê 12 salî Osman Çakmaz gundê xwe terikandin.
(zt)

