Dayîkên Aştiyê banga yekitiyê li Mesud Barzanî kirin
15:34
JINHA
MÊRDÎN – Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê di derbarê kolana xendekên ji aliyê KDP’ê ve li ser sînorê Herêma Ferderala Kurdistanê û Rojava dikolin daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: “Bila Mesud Barzanî bizane ku heger li gel ne fikire û van kirinên xwe berdewam bike dê yê wenda bike bibe ew bi xwe.”
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê girêdayî polîtîkaya KDP’ê ya li ser gelê Rojava li ber avahiya BDP’ê ya navçeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Berdefka meclisê Perîxan Altug li ser navê dayîkan daxuyanî da û diyar kir ku ew weke dayîk van kirinên Mesud Barzanî tucarî na pejirînin û wiha got: “Mesud Barzanî çim guhdariya dijmin dike? Bila Mesud Barzanî bizane ku heger li gel ne fikire û van kirinên xwe berdewam bike dê yê wenda bike bibe ew bi xwe. Despêkê Tirkan di nava me de dîwar çêkirin. Niha jî Mesud Barzanî xendekan dikole. Heger destê xwe dirêjî kurdan neke dê yê wenda bike bibe ew.”
‘Divê Mesud Barzanî ji xetayên xwe vegere’
Perîxan da zanîn ku ew weke dayîkên kurd bang li Mesud Barzanî dikin ku ji van şaşiyên xwe vegere û wiha domandin: “Emê van dîwar û xendekan ji holê rakin. Emê heta dawiyê li gel zarokên xwe û Serokê xwe bin.
(zt)

