Li Amedê pêşangeha Qirkirina enfalê hat vekirin

19:09

JINHA


AMED - Pêşengeha wêne a ku Komkujiya Enfalê ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Rejîma Seddam ve di nava 8 pêvajoyan de pêk aniyî û bûyî sedemê kuştina 182 hezar Kurdan vedibêje li Amedê vebû.


Pêşengeha wêneyan ku komkujiya Enfalê ya ji aliyê Rejîma Seddam Huseyîn ve di 23’ê Sibata 1988’ê de li Newala Cefayetî destpêkirî, ku ji 8 pêvajoyan pêkdihat û di sala 1988’ê de bi kuştina 182 hezar Kurdan bi encam bû, li Amedê li Kolana Cafeyê dibin navê ‘Qêrîna Welatekî’ de hat vekirin.


Hevserokê Şaredariya Bajarê mezin Firat Anlî spasiyên xwe ji kesên ji bo amedekirina pêşengehê ked dayîn re pêşkêş kir û îfadekir ku di Rojhilata Navîn de Kurdan gelek êş kişandine. Anli bi diyarkina di Komkujiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatine kuştin û wiha pê de çû ‘komkujiya Helepçe ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Ev pêşengeha wêneyan ji mere dibêje ku komkujiyek nehatî bîhistin weke Enfal jî heye. Çiqas mirov werin kuştin aştî jî ewqas zor dibe. Li  rexmê vê jî Kurd dibêjin aştî. Ez hêvî dikim ev pêşengeh bibe wesîleya aştiyê”.


Kashîsh Mîkaelî’yê ku Koordînatorê Projeya pêşengehê ye, da diyarkirin ku ji bo balkişandina li ser komkujiyê di serî de li Stenbol me li gelek cihan pêşengeh vekirine û wiha pêde çû ‘me broşûrên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî amedekirin. Belgefîlm hat kişan. Pêwîste hemû Cîhan  vê komkujiyê bizane’.


(zt)