Hevserok ber bi cihê bûyerê Lîcê ve ketin rê
19:15
JINHA
AMED - Piştî ku li navçeya Lîcê ya Amedê ji bo protestokirina kalekolan çalakiya nobetê hat lidarxistin, leşkeran êrîşê gel kirin. Piştî wê bûyeran rûdan, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Gûltan Kişanak û Firat Anlî berbi Lîcê ve ketin ser rê.
Li navçeya Lîcê liber qareqola Korxayê (abali) 5 rojin gel çadir vedane û çalakiya protestoyî berdewam dikin. Dûh jendermeyan bi bombeyên gazê êrîşê gel kirin û piştî wê bûyer rûdan. Piştî ku hat bihîstin êrîş li ser gel çêbûye, gelê Lîcê ber bi cihê ku çadir lêne ve herikîn. Ciwanan jî rêya Çewlik û Amedê li tirafîkê girtin.Di vê demê de, ciwanên ku kontrola nasnameyan dikirin du kesên ku hîn bûn Çawişên Pispor in ên ji Çewlikê dihatin Amedê, bi debanceyên li gel wan zevt kirin û birin cihekî nayê zanîn. Piştre daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku heta înşaeta qereqola nû were rawestîn, wê her du çawişên pispor neyên berdan.
Ciwanên rêya bejahî li trafîkê girtin, bombeya deng avêtin yekîneya leşkerî ya dest li wan werda û di encamê de 9 leşker birîndar bûn.
Li ser berdewama bûyeran rêya dinavbera Çewlik û Amedê de ji hatû çonê re hat girtin. serok wekîla koma BDP’ê Pervîn Buldan bi Wezîrê Karên Hindir re hevdîtinek lidarxist. Piştî wê Hevserokên Şaredariya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî bi Walî Mustafa Cahît Kiraç re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtina bi walî re hevserokan daxuyaniyek dan û piştî wê bi awayekî konvoy ber bi Lîcê ve ketin ser rê.
(zt)
