Ocaxa Tenuran: Bereketa axê aboriya malê birêve dibe
11:10
Mizgin TABU-Derya CEYLAN/JINHA
AMED – Çanda tenuran di nava dewlemendiyên xandê de cihdigire û van demên dawiyê de hatiye rewşa debara jiyanê li herêmê. Li Bismilê ji her 3 malan yek jê tenuran çêdikin û bi wê debara xwe dikin. Munewer Mavîgoz ya ku bi çêkirina tenuran debara jiyana xwe dike got: “Hevserê min naxebite, ji ber zarokên min jî biçukin nikarin bixebitin ez dixebitim. Ez hem tenuran çêdikim û hem jî difiroşim bi vî awayî debara mala xwe dikim.”
Li herêmê her ku diçe çandinî û ajalvanî kêm dibe ev jî bi xwe re bêkarî zêde dike û di aliyê aboriyê de ketinê çêdike. Bêkarî bi xwe re newekhaviyê jî zêde dike. Li navçeya Bismilê ya Amedê ji her 3 malan yek jê tenuran çêdikin û bi wê debara xwe dikin. Munewer Mavîgoz ya ku 18 salin bi çêkirina tenuran debara jiyana malbata xwe ya ji 11 endaman pêktê dike got: “ Her ku diçe li Kurdistanê bêkarî zêde dibe. Ez neçarim kul i zarokên xwe binêrim. Ez weke jinekê çanda çêkirina tenuran ya ku ji dayîka xwe hînbûme berdewam dikim û bi wê debara malbata xwe dikim.”
‘Çêkirina tenuran hinekî jî hunerê deste’
Munawer diyar kir ku çêkirina tenuran hinekî hunerê deste û çandek ya kevnare ya girêdana bi axêvene û wiha got: “Despêkê avê dixim nava axê dikim herî û her dem li hev didim heta ku baş dibe harî. Piştî bi saetan li hev xistina wê heriyê hinek ka, muyê bizinan û xwê tevlî dikim û dubar eli hev dixin distirim heta tam çêdibe. Hinekî dihêlim paşê komî serhev dikim.”
‘Nanê tenurê ji nanên dinê cudane’
Munewer balkişand li ser cudahiya nanê renurê ji nanê dinê û wiha domand: “Di çanda me de cihekî cuda yê tenuran heya. Malên xwedî zarok piranî nanê tenurê çêdikin. Ji ber nanê tenurê hem xweştire û hem jî di aliyê aboriyê de zêdetir berekete. Dema ku ez nanê tenurê çênekim neçar dimînim ku 9 nanan digirim. Lê dema ku nanê tenurê çêdikim, ez wî pereyê bidim bi 9 nanan din ava mitfexa xwe di dixebitînim.”
‘Ez bi çêkirina tenuran li malbata xwe jî dinêrim’
Munewer da zanîn ku tundur di çanda kurdan de xwediyê dîrokeke kevnareye û wiha axivî: “Çêkirina tenuran ya ku parçeyek ji çanda meye, ez jî weke gelek jinan tenuran çêdikim, difiroşim û bi wê debara mala xwe dikim. Ji ber feqiriyê ez neçarim ku vî karî bikim. Bi pereyên ku ez ji çêkirina tenuran digirim li zarokên xwe, hevserê xwe dayîk û bavê xwe dinêrim.”
‘Jin her tiştî bi destê xwe dikin’
Munewer anî ziman ku ew di firotina tenuran de jî zoriyê dibînin û wiha domand: “Her car diçim Amedê 600 TL yan didim û axê ji wê tînim. Tenurên ku çêdikim jî bi 120, 100 yan jî bi 90 TL yan difiroşim. Ji ber pereyê ez digirim tura daçuna mala min nake, ez hinekî dikevim zorê.” Munewer diyar kir ku her diçe jiyan ji bo jinan zor dibe. Munewer da zanin ku jin her tuştî bi destê xwe dikin, li gel nexweşiyên wê hene jî ji neçarî kardike û wiha berdewam kir: “Di nalbata min de kesekî dinê bixebite nîne. Yên ku alîkariya me jî bikin nîne. Tenurên ku em çêdikin heft mêr bi zorê dikarin rakin, lê ez neçarim bi tena serê xwe radikim.”
(zt)

