Di 1’ê Gulanê de jin li hemberî hemû cureyên mêtîngeriyê li qadanin …
11:16
Derya CEYLAN-Sarya GOZUOGLU/JINHA
AMED – 1’ê Gulanê weke roja yekbûna karkeran tê zanîn û pîroz kirin. 1’ê Gulanê xwediyê dîrokek tekoşînê ya nêzî sed salane. 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê di roja me de lig elek welatên cîhanê weke roja betlana fermî tê pejirandin. Li gorî kul i gelek welatan Wê rojê cejna fermiye jî lê di sektorên fermî de hîna xebat berdewam dike. Karkerên Jin yên Amedê diyar kirin kul i hemû qadên ku kar têde tê kirin divê vegere berxwedana 1’ê Gulanê û gotin: “Heger betlane nebe jî emê kar red bikin û 1’ê Gulanê li qadanbin.”
Yekem car tovê berxedana li hemberî mêtîngeriya kedê di sala 1886’an de li Emerîkayê hat avêtin. Di gava yekê ya berxwedanê ya 1886’an de 350 hezar karker ketin girevê, polîsan wê demê êrîşî ser çalakvanan kirin û gelek ji wan qetilkirin. Piştî vê çalakiyê ji aliyê karkeran ve biryar hat dayîn ku Federesyona Kedê ya Emerîka her sal 1’ê Gulanê pêşandanê çêdikin. Di heman dîrokê de sendîkayên Fransa û Belçîkayê jî girêdayî 1’ê Gulanê biryarên nêzî wan girtin. Li Payîtexta Fransa Parîsê di sala 1889’an de di encama 2’emîn Enternasyonalê de 1’ê Gulanê weke Roja Yekbûna, Berxwedana û Şêwirmendiya Karkeran ya Navnetewî hat pejirandin.
Li Tirkiyê jî ji sala 1900’î heta niha 1’ê Gulanê weke Roja Karker û Kedkarên Cîhanê tê pîroz kirin. Di sala 1976’an de jî weke “1’ê Gulanêyek bi xwîn” derbazî dîrokê bûye. Di 1’ê Gulana sala 1976’an de li Meydana Taksîmê ya Stenbolê di pîrozbahiyên Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê de êrîşî li ser karkeran kirin 37 karker qetilkirin, nêzî 300 karkeran jî birîndarbûn. Faîlên wan hîna nehatine dîtin û darezandin. Her sal di 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê de karker li hemberî mêtîngeriya kedê, teşeronkirina karkeran û şertên zor yên jiyana karkeran bi rêxistinkirî telebên xwe tînin ziman. Di aliyê îstihdama kar de li welat hîna kêmanî hene. Di 22’ê Nîsana sala 2009’an de ji aliyê TBMM yê ve 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê weke roja fermî hat pejirandin. Li gel vê jî hîna di sektorên fermî de karkirin berdewame. Karkerên Jin yên Amedê diyar kirin kul i hemû qadên ku kar têde tê kirin divê vegere berxwedana 1’ê Gulanê û gotin: “Heger betlane nebe jî emê kar red bikin û 1’ê Gulanê li qadanbin.”
‘Em ditirsin ku karê me ji destê me biçe’
Guler Gunduz ev 9 sale weke karkerek taşaron di Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê de kar dike. Guler diyar kir ku rêxistinbûyînek ya karkerên Amedê nîne û wiha got: “Li vêderê karker ne rêxistinkirîne. Ji ber di vê wateyê de tekoşînek nîne. Heta sendîkayek ya ku em girêdayî wêbin jî nîne. Cihên ku em biçinê pir kêmin. Dema ku em diçin gel midurekê bi rehetî dikarin derî li ser çavên me de bigirin. Ji tirsa ku emê karê xwe ji destê xwe bikin em pir nikarin karekê bikin. Niha di derbarê saetên karê me de pir pirsgirêkek nîne. Lê wekedinê gelek pirsgirêkên ku karker jiyan dikin hene.”
‘Li gel hemû yê jî bijî 1’ê Gulanê’
Guler da zanîn ku divê zêdetir karker xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Ji bo ku karkerên Amedê xwe bi rêxistin bikin pêdiviya wan bi alikariyê heye. Ji ber vê jî divê li gel sendîkayan rêxistinên civaka sivîl jî alîkariya me bikin. Ev der ne weke Stenbol û İzmîrêye. Ez hejmara karkerên li vêderê nizanim, lê pêdivî pê heye ku karkerên li vir bêne bahev. Li gel her tiştî jî bijî 1’ê Gulanê, cejna karkeran ya her kesê pîrozbe.”
‘Karkerên jin zêdetir tên metînger kirin’
Gamze Çîçek ya ku 12 sale weke karkerek taşaron di Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê de kar dike jî destnîşan kir ku ew lig elek cihan rastî heqaretê hatiye û wiha berdewam kir: “Lig elek cihên Amedê karker ji mafê xwe bêpar dimînin. Hem di aliyê muçede û hem jî di aliyê saetên kar de karker tam mafê xwe nagirin.” Gamze derbirî ku karkerên jin ji yên mêr zêdetir tên mêtîngerkirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bi tayîbetî jin hem din ava jiyana malê û hem jî li kar zêdetir tên mêtînger kirin. Ji ber vê jî em zêdetîr zoriyan dibînin. Ez cejna hemû karkerên Amed, Tirkiye û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdarim k udi dema pêş de emê bibin xwediyê mafên xweştir.”
‘Ji bo em li mafê xwe bigerin divê em li benda mêtîngeriyê nemînin’
Ayten Meşe ya k udi herêma Organîza Pîşesaziya Amedê de di fabrîkqeya qabloyan de dixebite û ev 4 salin li heman cihî montajê dike diyar kir ku ji bo başkirina şertê jiyana wan telebê wan hemanin. Ayten da zanîn ku ji bo bidestxistina mafê xwe heta niha tevlî gelek çalakiyan bûye. Ayten bang li hemû karkeran kir ji bol i mafê xwe xwedî derkevin û tevlî çalakiyan bibin û wiha got: “ji bo ku karker li mafê xwe bigerin divê bi wan re bên axafitin. Heta ku ez dixwazim li gel wan ji bo bidestxistina mafê wan têbikoşim. Ji bo em li mafê xwe bigerin divê em li benda mêtîngerkirina mafên xwe nesekinin. Divê 1’ê Gulanê hemû karker li qadanbin û li mafên xwe xwedî derkevin. Ez cejna hemû karkeran pîroz dikim.”
‘Divê jin bibin yek’
Karkera Fabrîkayê Sabîha Ozel jî anî ziman ku divê li hemberî mêtîngeriya kedê rêxistinbûn bê xurtkirin û wiha domand: “Di serî de karkerên jin divê hemû karker ji bo bidestxistina mafên xwe bi awayekî komî û rêxistinkirî tekoşîn bikin. Dema ku jinek ya ku dixebite mafê xwe ji xwediyê kar dixwaze rastî gotinên xwediyê kar yên weke ‘Tu dixebitê bi xebite, tu na xebitê ne xebite. Ji xwe ji bom in eleman pirin û ji bo te jî kar pire’ tên. Lê bersivek bi vî awayî dayîna jinek bi rêxistinkirî gelek zor dibe. Ji ber vê pêdivî bi rêxistinkirina hemû karkeran heye.”
‘Bi giştî mafê jinan nayê dayîna wan’
Oznur Ceylan a ev 2 salin li Herêma Organîzeya Pîşesaziyê de dixebiti de jî destnîşan kir ku ew di karek zor de dixebitin û mafê karkeran bi qasî maf dikin nayê dayîn. Oznur bilêv kir ku ji bo bidestxistina mafên xwe divê hemû karker tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û wiha berdewam kir: “Di ser de cejna hemû karkerên jin û hemû karkeran pîroz dikim.”
‘Jin li pêşiya hemû karkeran tê’
Newroz Demir jî di fabrîqeya binesazî û îzolasyonê de jina bi tenê ev 2 sale dixebite. Newroz anî ziman ku ew di karek gelek zor de dixebite. Newroz bilêv kir ku divê hemû karker ji bo bidesxistina mafên xwe tekoşînê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê karker ji bo bidestxistina mafên xwe serî rakin. Ji ber em tenê bi riya tekoşînê dikarin mafên xwe bidest bixin.”
(zt)

