Turîst diherikin Wana bi dîrok û taştêya xwe tê nasin
12:20
Bêrîvan SUMER/JINHA
JINHA
WAN- Ji ber dîrokî bûna bajarê Wan gelek turîst diçinê. Wan bi xwarina xwe ya taştê di nava cîhanê de cihekî xwe yê giring heye. Lucia Petit yê ku ji Fransa hatî Wan û xwarina wanê ya serê sibê gelek eciband û got: “Xwarina taştê ya Wanê gelek delale. Li vêderê xwarinên tama wan ji yên welatê min xweşiktir û cidatir hene. Min ji herêma Rojhilat ji ya Rojava zêdetir heskir. Ji ber li vêderê alikarî dayîn û çanda mêvanperweriyê heye.
Wan ya ku bi dewlemandiyên xweyên dîrokî û taştêya xwe navudeng buye yek ji cihên turîstîk û turîst diherikin li wê. Çanda taştê ya kevnare li Wanê êdî bûye kevneşopiyek. Li ser sifreyê xwarinên herî li ber çavan dixwiyên jî xwarinên weke qeliya wan ya bi tam, penîrê sîrig, hingiv, nîvişk, keremast, kadeyên Wanê yên ji arê genimê şamî û gozan tên çêkirin… Lucia Petit yê ku ji Fransa hatî Wan û xwarina wanê ya serê sibê gelek eciband. Her wiha çand, dîrok, xweşikbûn û alikariya Wanê pir ecibanidiye ji bo vê bedewiya Wanê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez ji Fransa hatime. Min Wan gelek xweşik dît. Taştêya Wanê gelek xweşe û min pir eciband. Li vêderê xwarinên tama wan ji yên welatê min xweşiktir û cidatir hene. Min ji herêma Rojhilat ji ya Rojava zêdetir heskir. Ji ber li vêderê alikarî dayîn û çanda mêvanperweriyê heye.”
‘Em hatine bedewiya Wanê bibînin’
Lucia diyar kir ku beriya bên li vê derê hinek pirtûkên li ser rewşa van cihan xwendine, li ser cihên xweşik û turîstîk, lê herî zêde jî taştêya Wanê ber çavê wan ketiye û wiha got: “Ez li Riha, Mêrdîn, Amed, Qers, Bazid û Wanê geriyam. Beriya bêm li Tirkiyê pirtûkên min li pirtukên li ser herêmê agahî bidin di xwendin. Berî bêm li Wanê min li wan pirtûkan dinêrî, di serê pirûkê de jî Şîrvan Kenan hebû. Di wê pirtûkê de nivêsên li ser di tevahiya Tirkiyê de taştêya Wanê bi nav û denge habûn. Em hatin Wanê û me xwest em li tama taştêya Wanê binêrin. Hem jî me xwest em li Wanê bigerin û bedewiyên wanê bibînin.”
‘Ez tucarî van bedewiyan ji bîr nakim’
Melguri Leroy ya kul i Fransa politikayê dixwîne jî diyar kir ku ew ji bo dîtina bedewiya Wanê û tamkirina taştêya wê ya bi tam hatine û wiha domand: “Ez ji bo dîtina cihên dîrokiyên Rojhilat, ditina çand û kevneşopiyên gelê Rojhilat û bedewiya xwezaya wê hatime.” Melguri anî ziman ku ev cara yekê ye ew tê Rojhilat û dê tucarî van cihên xweşik û van nêzîkatiyên germ yên gelê herêmê nîşandidin ji bîr neke û wiha berdewam kir: “Ez carayekê ye têm herêmê. Min ji çiya û gol ali vêderê gelek has kir. Ev ger amin gelek xweşbû û ezê tucarî ji bîr nekim.”
‘Divê em çanda xwe dewrî nifşê nû bikin’
Berpirsê Salona Taştê ya Şîrvan Kenan Kenan Coşkun jî da zanîn ku ji sala 1946’an heta niha ew vî karî dike û armanca wan parastina vê çandê û dewrî nivşê nû kirina van kevneşopiyane û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev pîşe ji kalikên me weke mîras ji bom e maye. Em nifşê sêyemin ku vî karî berdewam dikin. Em ji sala 1946’an heta niha vî karî berdewam dikin û bi keyîf karê xwe berdewam dikin. Armanca me vê çandê û kevneşopiyên xwe derbazî nifşê nû kirine. Berê de kalikên me ji gund dihatin bajar li qehwexaneyekê kom dibûn, her yek ji wan ji malê nanê tenurê, penîrê sîrik, mast tanîn ev êdî bi demê re bû çandek.”
‘Rîçola gozan di lîsteya xwarinên tên heskirindene’
Di dawiyê de Kenan xwarinên li ser sifreya taştê wiha dan nasîn: “Penîrê sîrik yê li herêma Wanê herî tê heskirine. Giya ji çiyayan tê komkirin. Din ava wan giyayên xwarinê yên weke sirmo û catir jî hene gelek rengên geya tên komkirin û di xwarinan de tên xebitandin. Kavut jî ji genim tê çêkirin, din ava ron de hinek tê sor kirin û paşê bi nîvişk re tamekî cuda dide. Cureyên hingiv jî hene tayîbetî hingivê herêma Şaxê û Bahçasarayê cudaye. Heta mirovên pêre nexweşiya şekir jî heyî dikare vî hingivî bixebitîne. Hem de rîçola gozan ya ku herî tê heskirin heye. Dema ku gor digihijin em kom dikin, wan hêdî paqiş dikin, 20 rojan din ava avê de dihêlin û her dem ava wê di guherîn. Piştî 20 rojan 3-4 saetan din ava toyê de dihêlin. Paşê dişon û dikelînin. Paşê şerbeta wê amade dikin li ser werdikin û bi vî awayî amade dibe.”
(zt)

