Li Erebîstanê ceza tê dayîna jinên ajovaniyê dikin!
13:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Tenê li welatê Suudi ya Erebîstanê dema ku jin ajovaniya wesayîtan bikin hevserê wan ne li gel be qedexeye. Dema ku li ser dîreksiyona wesayîtekê jinek hat dîtin hevserê wê ne li gele ji bo wê 150 kirbaç û 8 meh ceza hat dayî.
Tenê li Suudiya Erebistanê destur nayê dayîn ku jin wesayîtê bajo. Dema ku jinek li ser qortoxê ajovaniyê hat dîtin jêre 150 kirbaç û 8 meh ceza hat dayîn. Bi hinceta karek ne li gora zagonan kiriye jinik hat cezadkirin. Paşê jî ji bo jinekê giranbûna vî cezayî bû sedema bertekan. Hikumetê li hemberî van rexneyan bi ogtinên weke “Divê êrîşî polîsan nekiribana” xwe parastin.
Kampanya hat despêkirin!
Di nava welat de girêdayî ajovaniya wesayîtan nekirina jinan tu zagonên tayîbet nîne. Lê di aliyê serlêdana jinan ya ehiliyetê de destur nayê dayîn. Di sala 2011’an de komek jin binavê “Women Drive” (Jinên ajovaniyê dikin) li ser înternetê dest bi kampanyeya qedexeya direksiyonê kirin.
(zt)

