Encamnameya Komxebata Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk
16:05
JINHA
AMED - Di 27’ê Avrêla 2014’an de li Amedê bi beşdariya 54 delegeyan Komxebata Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk hat li dar xistin. Komxebat bi beşdariya jinên tirkiye û kurdistanê pêk hat. Di despêka komxebatê de, mijarên weke Peymana Medîneyê, mijarên wek şer û aştî, têkiliya serdest û bindestan, gel û baweriyên cuda, li gor îslamiyetê beşdariya jinan a rêveberiyê, di serdema Pêxember de jin, xweza, cewhera îslamê û Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.
Jinan encamên komxebata xwe diyarkirin û di komxebatê de wiha hat gotin: “Ji bo ku pirsgirêkên civakî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bên çareserkirin, civakeke aştiyane çawa dikare bê avakirin, nirxandin û nîqaşên ku li ser bingeha Quranê bên kirin jêneger in. Ji ber vê yekê;
Pirsgirêkên civakê yên di dema Peymana Medîneyê de û yên îroyîn dişibin hev. Li gor baweriya me, ev peyman bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî ji li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikare wek pîvan bê nirxandin. Bi taybetî ji bo ku komên etnîk û olî bikaribin bi hev re bi awayekî wekhev, adil, pirzimanî, pirhiqûqî, pirbawerî û di nav azadiyê de bijîn û astengiyên heyî ji holê bên rakirin, ev peyman pîvanek e jêneger e. Di vê çarçoveyê de şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêk hatiye û modela jiyanê ya ku gel, çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn a ku piştî wê hatiye damezirandin hêviya mirovan xurt dike.”
Di encamnameyê de wiha hat daxuyandin: “ Di çarçoveya têkiliyên serdest û bindestan de em li dijî tevahiya hişmendiyên ku bi çanda desthiltadariyê hatine afirandin, îslamê bi awayekî ji cewhera wê dûr şîrove dike û wek navgînekê bi kar tînin in. Wek jin, em nîvê civakê pêk tînin û nîvê din jî tînin dinyayê. Dûrxistina jinan a ji qadên civakî, çandî, siyasî û aborî dike ku komên etnîk û olî yên cuda tune bên hesibandin. Ji ber vê yekê jî hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî divê jin bi awayekî wekhev beşdarî civakê bibin. Li dijî têgihîştina ku jin nikarin bibin rêveber hat gotin ku di Quran û hedîsan de wek pîvana bingehîn a rêvebertiyê adilbûn hatiye destnîşankirin. Em piştgiriyê didin pergala hevserokatiyê ya ku tevgera jinên kurd daye destpêkirin û em dixwazin ku ev pergal bikeve bin ewlehiya zagonî. Wek ku di 22’yemîn ayeta sûreya Rûmê ya Quranê de hatiye gotin ‘Reng û zimanên we ji ayetên Xweda ne.’ zimanê zikmakî mafekî bingehîn e.”
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku beşdariya jinan a pêvajoyên şer û aştiyê yên ku di teşegirtina civakê de bandorker in jêneger e û wiha hat domandin: “ Di şer de jî, di aştiyê de jî hebûna hêza jinê ji bo derxistina holê ya potansiyela jinê girîng e. Jixwe tevahiya şerên li cîhanê bedena jinê wek amûrekê bi kar tînin û wisa tên meşandin. Wek jin, em ji vê yekê re bi beşdariyeke çalak a pêvajoyê dibin bersiv. Ji ber vê yekê kesayetiya têkoşer û pêşeng a Hz. Zeyneb, Hz. Hatîce, Hz. Fatma û Hz. Aîşe ji bo me mînak e. Divê ku wek jinên tirkiyeyî û kurdistanî yên ku peywira xwe ya şahidiya civakî ya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi cih neanîne, em xwerexneya xwe didin.
Li gor hiqûqa şer a îslamê di dema şer de divê xweza neyê xerakirin û xerakirina xwezaya ku em tê de dijîn divê bê astengkirin. Jixwe Hz. Pêxember jî di hedîseke xwe de dibêje ‘Ku hûn bizanibin qiyamet jî radibe, şaxa di destê xwe de biçînin.’ Li gor vê hedîsê têkoşîna ku mirov û xwezayê ji xwe re dike navend a ku heta îro kêm hatiye hiştin, divê bê meşandin. Lewre kuştina xwezayê di heman demê de kuştina jin û çandê ye jî.
Bi taybetî di şeran de û bi giştî jî di nav jiyanê de, berbiçav e ku li ser bedena jinê şerekî kirêt tê meşandin. Ji ber vê yekê jî em jin, em ê li hemberî tevahiya nêzikahiyên serdest ên li hemberî jinê yên wek tundî, destdirêjî, destavêtin û bikaranîna zayendî têbikoşin.”
Di komxebatê de hat destnîşankirin ku divê pêvajoya diyalogê vegere pêvajoya muzakereyan û pêvajo bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn û wiha hat berdewam kirin: “ Divê gavên şênber bi awayekî lezgîn bên avêtin û pêvajo bi awayekî zelal û bi beşdarî bi pêş bikeve. Li gor biryara NY’yê ya bi hejmara 1325’an a ku dewleta Tirkiyeyê jî îmze kiriye, divê jin bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoyên aştî û muzakereyan bibin. Ji bo pêvajoya ku aniha em tê de ne bi awayekî tendurist bimeşe, di serî de girtiyên nexweş, divê tevahiya girtiyên siyasî demek berî demekê bên berdan.
Komxebata me di encama van nirxandinan de gihîşt wê baweriyê ku ji bo ku li hemberî pirsgirêkên civakî ziman û sekneke hevpar bê nîşandan divê xebatên bi vî rengî bi domdarî bên kirin.
(zt)

