Karmendên jin: Emê di 1’ê Gulanê de li qadanbin
08:34
Derya CEYLAN - Sarya GOZUOGLU / JINHA
AMED – Ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bi hêjmar roj mane. Jinên karker hewil didin di wê rojê de li qanda bin û ji bo daxwazên xwe biqêrin. Karkerên jin ji bo pirsgirêkên xwe wiha dibêjin: “Karkerên jin jig elek mafên xwe merhum dimînin. Weke hemû cîhanê li welatê me jî mafê karkeran tên mêtînger kirin.” Jinên karker diyar kirin ku dê di 1’ê Gulanê de li gel karkeran li qadanbin.
Weke tevahiya cîhanê li Tirkiyê jî jin bi şoreşa pîşesaziyê re tevlî nava jiyana kar bûne û statoya karkeriyê girtine. Despêkê jinên karker di fabrîqayên dokumanê de dixebitin. Di roja mede jî hem di herêmên civakî û hem jî di sektorên tayîbet de weke hêza bi muçeyek kêm dixebitin tên dîtin. Cîgira Seroka Komeleya Karkerên Jin yên Amedê (DİKAD) Reyhan Aktar balkişandin li ser pirsgirêkên karkerên jin û diyar kir ku 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê rojek gelek giring û bi nirxe. Reyhan da zanîn ku karkerên jin di aliyê aborî û civakî de gelek pirsgirêkan jiyan dikin.
‘Di aliyê nêrîna li ser jinan de guherînek nîne’
Reyhan destnîşan kir k udi aliyê hişmendiya nêrîna li ser jinan de tu guherîn nîne û karkerên jin ji yên mêr kêmtir muçe digirin û wiha got: “Di aliyê hişmendiya heyî de hîna jin ji mêran kêmtir tên dîtir. Di cihên kar de bi qasî tê xwestin ewlehiyek ji bo jinan nehatiye avakirin. Keda jinan tê mêtînger kirin.”
‘Em li hember mêtîngerkirina keda jinanin’
Reyhan anî ziman kul i gorî TUİK di meha mijdara 2013’an de diyar kirî karkerên jin ji yên mêr zêdetir ji derveyî ferimiyetê dixebitin, ev jî di aliyê îstihdama jinan ya kar de gelek giringe û wiha domand: “Jin ji sedî 50 ji derveyî ferimiyetê dixebitin. Mêr ji sedî 28 kêmtir jî ji derveyî fermiyetê dixebitin. Dil dixwest ne jin ne jî mêr ji derveyî ferimiyetê nexebitin. Lê evqas hejmarek zêde xebitîna jinan ya ji derveyî ferimiyetê bûyerek bi êşe. Em jinan di şertên zor de li cihên zor yên kar bi cîh dikin.”
‘Di aliyê qezayên kar de Tirkiye di cîhanê de di rêza sêyem dene’
Reyhan belkişand li ser qezayên kar yên di welatêm pêşketî de jî û wiha berdewam kir: “Di aliyê qezayên kar de di tevahiya cîhanê de Tirkiye di rêza sêyemîndene. Ewrupa jî di aliyê qezayên kar de di rêza yekemînedene. Di welatên pêşketî de şertên jiyana kar zêdetire, Tirkiye jî yek ji wan welatane.”
‘1’ê Gulanê tevgerên sendîkayan anîne’
Reyhan diyar kir k udi van salên dawî de karker zêdetir dengên xwe bilind dikin û wiha got: “Bi boneya 1’ê Gulanêl pirsgirêkên karkeran zêdetir tên rojevê. Ez 1’ê Gulanê giring û binirx dibînim. 1’ê Gulanê ji aliyê rêxistinên sendîkayan ve hatiye avakirin. 1’ê Gulanê ji aliyê hemû karker û kedkarên cîhanê ve tê pîrozkirin. Weke tevahiya cîhanê li Tirkiyê jî weke roja betlaneya fermî hatiye pejirandin.”
‘Jinan ji derveyî ferimiyetê didin xebitandin’
Karmend Fîlîz Bedirhanoglu jî diyar kir ku piraniya karkerên jin ji derveyî ferimiyetê tên xebitandin û wiha domand: “Di cihên kar de ji bo tendiristiyê û ewlehiya can tuştek nîne. Di qezayên kargihan de hem karkerên jin û hem jî yên mêr terkî mirinê tên kirin. Di van rewşan de kerk yê karker bike nîne. Di vê wateyê de di tevahiya cîhanê, Tirkiye, Kurdistan û Amedê de keda karkeran tê mêtînger kirin û mafê wan tê binpêkirin.”
‘Divê di 1’ê Gulanê de jin bi awayekî girseyî li qadnabin’
Fîlîz da zanîn ku heta niha li Amedê bi girseyek mezin 1’ê Gulanê nehatiye pîrozkirin. Fîlîz anî ziman ku 1’ê Gulanê cejna hemû gelane û wiha berdewam kir: “1’ê Gulanê ji bo karkeran û hemû yên tên perçiqandin cîhanek dadwerî û wekhev daxwazên xwe tînin ziman. Rojek ya giyana tekoşînê derdixin holê. Ji bo vê jî divê her kes bi dilsozî tevbigerin.”
(zt)

