'Tekoşîna ku jin li Rojava didin pîroze'
10:00
Asiye TEKİN - Sarya GOZUOGLU / JINHA
AMED – Îlahiyetcî Seher Akçinar diyar kir ku şerê çete li Rojava dimeşînin ne li gora ehlaqê îslamê û mirovahiyêye û got: “Bi awayekê jin li Rojava xwe îfade dikin. Heger ku di şoreşa Rojava de jin nebûna xwediyê mafê gotinê dê niha jî nekarîbana din ava rêveberiyan de cîh bigirin. Dê di hemû biriyarên guherîn û veguherînê de mêr û hişmendiya mêran ya serdest hebana. Tekoşîna ku jin ji bo welatê xwe didin binirxe, pîroze û watedare.”
Bi sedsalane jin din ava şer de hedef hatine nîşandan. Din ava şoreşa Rojava de çete êrîşî li ser jinan dikin. Li hemberî modela jiyana azad ya jinan ya xweseriya demokratîk çeteyên IŞÎD û El Nusra şer dikin. Îlahiyetcî Seher Akçinar din ava şer êrîşên li ser Rojava de dê jin çawan xwe biparêze û li ku bisekine wiha nirxand: “Êrîşên li ser gelê Rojava ne li gor ehlaqê şere, li hemberî wan jî gelek heye. Li gora hiquqên îslamê şer bi tu awayî îskenceyê napejirîne. Kesên tên kuştin laşê wan nayê parçekirin dest, ling û parçeyên laşê wan nayê jêkirin. Laş nayê parçekirin, beden bi giştî giringe.”
‘Ji bo welatê xwe şer kirin watedare’
Seher da zanîn ku êrîşên çeteyan yên li ser gelê Rojava ne lig ora hiquqa şerê îslamêye û wiha got: “Êrîşên çeteyan ne lig ora hiquqa şerê îslamêya ne jî lig ora ehlaqê mirovahiyêye, ez dikarim wiha binirxînim. Lig ora îslamê ax û welat pîroze. Pêxemperê me dibêje ‘Tu ji kîjan qebîle û ji kuderê tê.’ Ji bo welatê xwe şerkirin nirxeke giringe. Welat tenê parçeyek ax nîne. Ya ku welat dike welat mafên li ser wê axtê tên parastinin. Dema kul i ser wê axê maf tên binpêkirin û li hemberî wan binpêkirinan jî tekoşîn dikê.”
‘Her dem ol ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne’
Seher anî ziman ku ew pergala hevserokatiyê û avakirina kantonan weke şoreşa jinê bin av dike û wiha domand: Bi awayekê jin li Rojava xwe îfade dikin. Heger ku di şoreşa Rojava de jin nebûna xwediyê mafê gotinê dê niha jî nekarîbana din ava rêveberiyan de cîh bigirin. Dê di hemû biriyarên guherîn û veguherînê de mêr û hişmendiya mêran ya serdest hebana. Tekoşîna ku jin ji bo welatê xwe didin binirxe, pîroze û watedare.” Seher bilêv kir ku bi tayîbetî jî ew tacîz û tecawîza jinan napejirînin û wiha berdewam kir: “Li Rojava yên xwe weke misilman nîşan didin, ji bo jinan fetfayan didin. Em di çapemeniyê de tiştên weke ‘meşru kirina tecawîza jinan’ dibihîsin. Ev tişatane bi giştî di ol de cîhê xwe nîne. Di şeran de divê dest neyê dayîna jinan. Ne tenê jin, divê dest neyê dayîna zarok û sivîlan jî.”
‘Tu eleqeya El Nusre û El Kaide bi Îslamê re nîne’
Xwendekara Civaknasiyê û Îlahiyetê Rabia Temel jî diyar kir ku alema îslamê çavên xwe li şerê Rojava girtine û got: “Di bin pêşengiya jinan de li Rojava şoreşek mezin pêşdikeve. Lig ora baweriya min tu eleqeya hêzên ÎŞÎD, El Nusra û El Kaide bi îslamê re nîne. Ev gurubane bi giştî îslamê lig ora berjewendiyên xwe dixebitînin. Ew jî bi vîna xwe van karan nakin hinek wan birêxistin dikin û dişînin Rojava. Di Quranê de hiquqek ya şer heye. Hinek gotinên li ser dadê hene her wiha li ser têkiliyên deshilat û yên tên perçiqandin hene. Heger em bi vê girêdanê jî lê binêrin kî mêtîngeriyê dike û kî mexdur dibin dê baş bê dîtin. Ev rêxistinên çeteyen di her demê de ol ji bo berjewendiyên xwe dixebitînin.”
‘Li hemberî zaliman bê deng mayîn şeryîtaniye bê dîniye’
Rabia da zanîn ku komên çete ji bo berjewendiyên xwe yên aborî ol bi kartînin û wiha domand: “Ji ber vê weke rêya herî hêsan dibînin. Îro li Rojava komên çete vê dikin. Li Tirkiyê vê ji bo îsamiyekê bêjê na pejirîne. Nabêjin ‘El Nusre û El Kaide dîn dixebitînin.’ Gelek oldar jî bawer dikin ku ew komên çete bi rastî jî bi navê xuda li hemberî ‘kafir’ an şer dikin û wan dikujin.” Rabia anî ziman ku yên dîn dixebitînin yên ne li ser xwene û bi hişmendiya qetilkirinê tên xwedîkirinin û wiha berdewam kir: “Di hinek vîdoyan de mirov dikare awayê qetilkirina mirovan bi destê hêzên êrîşkar û qetluamcî bibîne. Ya herî bi êş jî bêdeng mayîna alema îslamê ya li hember van kirinane. Kirinên wan tu eleqeya xwe bi îslamê û Quranê re nîne. Bê guman dê hesabê vê bidin. Ji aliyê Pêxembarê me ve bêdeng mayîna li hember zilmê weke şeyîtanî û bêdîniyê hatiya dîtin. Dê rojekê hesabê van bidin.”
‘Şewitandina can bi serê xwe derketina ji derveyî dîne’
Ozden Sonmez jî balkişand li ser êrîşên ser jinên Rojava û wiha got: “Bifikirin mêrek bi çek êrîşî jinekê dike. Ev dibe ku çek be dibe tuştekdinêjî be, dibe ku îstismara zayendîbe. Ev bi qasî zereyekê îhtimal nadim ku îman li gel wan kesên ku van karan dikin hebin. Wê demê hemû kesên tevlî van hêzan dibin ji dîn nesîbê xwe negirtine û ji derveyî vîna xwe bi hêza hinekan tên rêxistin kirin û tên şandina Rojava li hemberî gel şerdikin.”
‘Ez şerm dikim gotina tecawîzê bixebitînim’
Ozden anî ziman ku divê li hemberî hêzên çete yên êrîşî ser jinan dikin tekoşîn bê kirin û wiha domand: “Li welatên weke Suriye, Filistîn û Avganîstanê hîna tundî haye. Li Pakîstanê piştî erdhejê hinek alozî hatin jiyan kirin. Heman tişt li Afrîka jî berdewam dike. Li hemberî van tevan li gel gel cîh girtin û li hemberî van kirinan şer kirin. Di dema şer de bi karanîna peyîva tecawîzê ez şerm dikim bînim ser ziman. Di heman demê de kirinên li hemberî zarokan tên kirin ji aliyê kesê ve nayê pejirandin. Tu terîfa van kirinan nîne û ne gengaze mirov ji van kirinan re navekê bibîne. Li cihekî neheq qetilkirina mirovan bi serê xwe ji dîn derketine. Em bi hev re duayan dikin ji bo nêzbûna aştiyê.
(zt)

