Li Amedê malên ermeniyan ji nû ve tên zindîkirin
12:07
Zehra DOGAN/JINHA
AMED – Demê berê de di kolanên teng yên Amedê de li ber siya darên fêkiyan mirovên ji gelên cuda yên weke suryanî, ermenî, kurd û ereb rudiniştîn bi sehbetên xweş yên bi ken demê xwe derbas dikirin. Li Bazatl taşli konakli ya Amedê carekedinê giyan tê dayîna çanda ermeniyan. Yek ji hustayên Yeşil Çamê Sami Hazinses yê bi xwe ji Amedêye li konakan çavên xwe li cîhanê vekirinye û mezinbûye. Ayten Ekici diyar kir ku ji bo çanda Amedê ya rengîn neyê wendakirin û ji nû ve bê zindî kirin ewan dest bi xebatên atolye û kafeyan kirine û got: “Niha demê daya jiyandina çanda me ya hatî wendakirine. Amed ya bi huner, têkiliyên cîranan û dîmenên xwe yên delal tê naskirin emê carekedinê derxînin jiyanê.”
Malên ermeniyna yên din ava navçeya Surê de ji sala 1915’an heta niha nehatine xebitandin, ketine rewşek xirabede. Malên ku bi zorê derxistina ermeniyan re ketibûn rewşa xirabeyan, vegera ermeniyan carekedinê giyan dîtin. Demê berê de di kolanên teng yên Amedê de li ber siya darên fêkiyan yên weke darên tuyan mirovên ji gelên cuda yên weke suryanî, ermenî, kurd û ereb rudiniştîn bi sehbetên xweş yên bi ken demê xwe derbas dikirin. Lê mixabin bi zorê bi qêrîn û hewar ew mirov ji cîh û warên wan hatin derxistin, qetilkirin û koçvberkirin. Amedê ji van hemên dîrokê re şahidî kiriye. Mala yek ji lîstokvanê sînemayê yê husta û xwediyê dengekî efsanewî Zekî Muren, xwediyê guntinên gelek sitiranên wî Samî Hazinses (Samuel Garo Uluçyan) jî yek ji wan malane…
‘Gelê Amedê weke livên tizbiyan nîne’
Yek ji hustayên Yeşil Çamê Sami Hazinses yê bi xwe ji Amedêye li konakan çavên xwe li jiyanê vekirinye û mezinbûye. Ayten Ekici da zanîn ku ji bo jinû ve zindîkirina çanda Amedê giringiyê didin hunerê dest yê di atolyeyen de û çêkirina kafeyan û wiha got: “Berî niha 60 salan li Amedê rojên gelek bi êş hatin jiyankirin. Di van 30 salên dawî de jî tu êş neman ku nehatine jiyan kirin. Bi vê pêvajoya çareseriyê ya dawiyê re Amed hinekî zindî bûye. Mirov rehet dikare nefes bigirin. Ev rewşek şanaziyêye. Ez hêvîdarim ku êşên berê carekedin neyên jiyan kirin, ne leşker û ne jî yên li çiyayan jiyana xwe ji dest nedin. Her du alî jî mirovên mene.”
‘Me bi hev re jiyan kirin ji bîr kiriye’
Ayten balkişand li ser wendabûna çanda Amedê û wiha domand: “Weke Amediyekê ez bi van nûbûnên tên kirin ne keyîfxweşim. Êdî ev der Ameda kevnare nîne. Me zimanê xwe ji bîr kiriye. Me ermenî, kurdî, suryanî, erebî û tirki ji bîr kiriye. Me zimanê xwe û bi hev re jiyankirina berê ji bîr kiriye. Berê dapîra min gelek ziman dizanî. Ji ber gelek cîranên wan xwediyê çandên cuda û ji nijadên cudabûn. Ji ber têkiliyên wan yên cîraniyê yên germ neçar diman hînî ziman û çanda hev dibûn û jiyanek dewlemend jiyan dikirin. Ew neçarbûn ku kevneşopî û hesasiyetênê hemû mirovan berçav bigirin. Ji bo ku cîran hev ne êşînin hînî çanda hev dibûn û bi hev re din ava peyîwendiyên germ de jiyan dikirin. Lê mixabin niha em nikarin wan nêzîkatiyan bibînin.”
‘Ez dixwazim çanda Amedê nîşanî mişteriyên xwe bikim’
Ayten balkişand li ser bandora deshilatiya mêran ya bibandor û wiha berdewam kir: “Armanca min ne tenê avakirina kafeyê ye her wiha jiyandina çanda Amedêye. Cihê ku ez lê hatime dinyayê, cihên bi şînatiyên xwe yên renga reng yer yek ji wan bedewiyekê dide derdor. Lê mixabim weke mîras ji mêran re maye û ez lê xwedîderneketim. Piştî salan min xwest carekedinê vê xwezaya bedew ya ku mirov jêre heyîran dimîne bidim jiyankirin. Piştî salan min zanî ku dapîra min ermeniye. Ji bo çanda Amedê carekedinê bi hemû bedewiya wê ve bê jiyankirin min dest bi vê xebatê kir û ez alîkariya kesên di vê çandê de xwedî agahiyên ji derveyî welat jiyan dikim dixwazim.
‘Em weke libên tizbiyan nebûn’
Ayten destnîşan kir ku ji bo ji nû ve restore kirina Dêra ermeniyan ya bi navê Surp Giragos û cardin çanda ermeniyan ew din ava hewildanandenin û got: “Bi van cihên dîrokî re carekedinê ez dizivirim zarokatiya xwe. Li aliyekê dengê ezanê tê li aliyê dinê jî dengê lêxistina çanan tê. Du olên bira bi hev re dijîn. Ya herî min şanaz jî dike li heman cihî bi hev re her du deng bihîstine. Di dixwest ku mirovên wê demê li van kuçeyan jiyan dikirin mîna libên tizbiyan belav nebana. Ji ber wan bi hunerê xwe yê dest yên cuda û rengarengiya çandê teşeyên cuda didan Amedê. Niha tenê li van kuçeyan şopên lingan mane.”
‘Ermeniyên ku vedigerin malên xwe cîranên xwe yên berê nabînin’
Ayten anî ziman ku ermeniyên di dema berê de ji vanderan koç kirine dema ku vedigerin cihên xwe cîranên xwe yên berê yên ku wan bi peyîwendiyên germ û berdewamiya salan bi hev re jiyan kirîn nabînin û wiha got: “Niha ermeniyên ku vedigerin li ser warên xweyên berê li deriyê mala xwe dixin hinekî dinê derî vedikin û hinekî dinê di malên wan de jiyan dikin, ew êdî ne xwediyê mala xwene jî. Hevalek yê min bi salan berê ji ber kul i kuçê rastî heqaretên weke ‘fileh kurê rileh’ hat koçî Emerîqa kiribû. Berî niha sê salan ew hevalê min hat cih û warê xwe. Lê dema kul i deriyê mala xwe xist hinekî dinê yên ku de mala wan de jiyan dikin derî jî li ser wan venekirin. Ev ji bo wî weke kulekê ma. Ji bo dîtina mala ku têde çavên xwe li jiyanê vekirî û hewşa ku têde bi zarokan re lîstî ji Emerîka din ava rondikên çavan de hat heta li vêderê. Tenê daxwaza wî hevalê min carekedinê dîtina mala wan bû lê nebû.”
‘Divê em carekedinê Ameda berê avabikin’
Ayîten diyar kir ku ji bo ku Amed vegere çanda xwe ya berê divê li dîroka ermenî, ereb, kurd, suryaniyan bê xwedîderketîn û ji bol i ser lingan girtina çanda Amedê tekoşîn bê kirin û wiha domand: “Niha demê jiyan kirina çanda berbi tunebûnêye. Divê em carekedinê wan peyîwendiyên cîranan, hunrê destan û heskirina li ser ruyê mirovan li Amedê bidin jiyan kirin.
(zt)

