Tundiya li ser girtiyên bertek nîşanî xendekan dane!

14:16

JINHA


SÊRT – Bi boneya şermezarkirina hevkariya KDP û AKP’ê ya kolana xendekan dinavbera 21-22 yê nîsanê de Girtiyên PKK û PAJK’ê ketibûn gireva birçîbûnê. Di derbarê çalakiyê de îdara Girtîgiha Tîba E ya Sertê di derbarê Girtiyên PKK û PAJK’ê lêpirsîn dan despêkirin.


Li tevahiya girtîgihên Tirkiye û herêmê bi boneya şermezarkirina hevkariya KDP û AKP’ê ya kolana xendekên navber Herêma Federala Kurdistanê û Rojava de dinavbera 21-22 yê nîsanê de Girtiyên PKK û PAJK’ê ketibûn gireva birçîbûnê. Di derbarê çalakiyê de îdara Girtîgiha Tîba E ya Sertê di derbarê Girtiyên PKK û PAJK’ê lêpirsîn dan despêkirin. Girtiyan bi riya malbatên xwe agahî dan derve. Girtiyan diyar kirin ku helwesta wan ya li hemberî kolana xendekan mafekî herî xwezayiye û li peyî gireva birçîbûnê îdara girtîgihê bi awayê guhê xwe ji her tiştî re bigirin nêzîkatî kirine û wiha domandin: “Dema ku em derdikevîn hevdîtinan em muhataban nabînin. Em vê bi raya giştî re par dikîn dema ku ev helwesta nedîtina muhataban berdewam bike dê çalakiyên me bi awayê cuda derkevin pêş.”


 (zt)