Li Stenbolê parêzer Fulya Guney ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin

14:29

JINHA

STENBOL- Parêzer Serhat Guney li cihê kar hevsera xwe ya parêzer Fulya Guney qetilkir.


Bûyer li Buroya hiquqê ya Kadîkoya Stenbolê pêkhat. Parêzer Serhat Guney li cihê kar li gel hevsera xwe ya parêzer Fulya Guney nîqaş kirin. Piştî nîşqaşan Parêzer Serhat Guney hevsera xwe ya parêzer Fulya Guney bi çekê qetilkir û paşê guleyek li xwe jî xist. Fulya Guney li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Serhat Guney jî giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku herdu parêzerên hevserên hev beriya niha demekê doza hev berdanê dabûn despêkirin. Girêdayî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin.


 (zt)