Li ser bedena Gîzema wenda şopên îskencê hat dîtin!
14:42
JINHA
EDENE – Gîzem Akdenîz ya 6 salî ku dema dayîka wê li bazarêbû ew wendabû û du roj paşê mirî hat dîtin. Hat zanîn bi îskenceyê hatiye qetilkirin.
Li Tirkiyê her roja ku diçe qîrkirinên jinan zêde dibin û di van demê dewî de jî tayîbetî zêdebûna cînayetên zarokan bi rastî jî cihê metirsiyêye. Ji van yek jê jî Gîzem Akdenîz ya 6 sali ye… Gîzem Akdenîz ya 6 salî ku dema dayîka wê li bazarêbû ew wendabû û du roj paşê mirî hat dîtin. Hat zanîn bi îskenceyê hatiye qetilkirin. Ji bo dîtina bedena Gîzema biçuk ekîba tayîbet ji Enqereyê çun Edeneyê. Di encama lêgerê de bedena Gîzema biçuk li Ruzgarlitepe yê taxa Kabasakalê hat dîtîn. Qatîlê Gîzema 6 salî S. A yê k udi xwest bi xwişka wê re bizewice hat dîtin û hat girtina binçavan.
(zt)

