‘Li hemberî mêtîngeriya keda jinan em di 1’ê Gulanê de li qadanin’

08:36

Derya CEYLAN - Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED – Li dijî teşeroniyê û muçeyê kêm xebitandinê di 1’ê Gulanê de karker û kedkar li qadanin. Tirkiye yek ji wan welatên ku binpêkirina mafê karkeran, teşeronî, bi muçeyek kêm xebitandin û bê ewlebûna jiyana karkeran li pêşe. Hevseroka Tun Bel-Sen ya Amedê Gulay Tekin Kuzu diyar kir kul i Tirkiyê hîna jin dibin şertên tecrîtê de kar dikin û got: “Divê li hemberî cudahiya zayendî bi muçeyê kêm xebitandin û mêtîngeriya kedê di 1’ê Gulanê de jin li qadanbin û ji bo bidestxistina mafên xwe biqêrin.”


1’ê Gulanê weke sîmgeya berxwedana karker û kedkaran tê dîtin. 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê ya ku weke kevenşopiyek ya berxwedanê tê zanîn, her sal lig elek welatan bêyî ferq û cidahiya dîn, ziman, zayend û nijadan her kes dadikevin qadan bi çalakiyên cihêreng cejna karkeran pîroz dikin. Dê karkerên Amedê jî li hemberî bi muçeyê kêm xebitandinê, teşaron kirina karkeran û bêmafiya li ser wan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û ji bo mafê xwe biqêrin. Rêveberên sendîkayên Amedê dan zanîn ku keda karkerên jin ji yên mêr zêdetir tê mêtîngerkirin û wiha gotin: “Ji bo zarokên li Roboskî û Okmeydanê bi destê dewletê hatîn qetilkirin, berdewamkirina tekoşîna xwe ya kedê û demokrasiyê, emê 1’ê gulanê li qadanbin.”


‘Karker bi dayîna bedelan hatine vê rojê’


Sekretera Şaxa Jinan ya Tun Bel-Sen ya Amedê Gulîzar Guneş jî balişand li ser tekoşîna karkeran ya sala 1886’an. Gulîzar anî ziman ku bi berxedana karkeran ya 1’ê Gulana berî niha 128 salan karkeran ev roj ji bo xwe kirine cejin û wiha domand: “Di sala 1886’an de ji bo ku karker saetên karê xwe daxin 8 saetan berxwedanek bê hempa kirine. Di dema van berxwedanan de gelek karkeran jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî karker di encama berxwdana xwe de biserketin. Lig elek welatan 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hatiye pejirandin. Nihal i Tirkiyê jî bi awayê zagonî pejirandina betlaneya 1’ê Gulanê hatiye pejirandin.”


‘Di roja mede hîna teşeronkirina karkeran hîna berdewame’


Gulîzar destnîşan kir ku pirsgirêka mêtîngerkirina keda karkeran bi sed salane berdewam dike û hîna mêtîngeriya kedê niha jî berdewame û wiha berdewam kir: “Di sala 1985’an de teşeronbûnê despêkiribû. Di sala 1990’an de jî gihişt astekî bilind. Karkeran di xizmeta sermaye û pergalê de dixebitînin. Karker di şertek bê ewlehî de û ji mafan mehrum dixebitin.”


‘Dixwazin jinan ji jiyana kar dur bixin’


Gulîzar bilêvkir ku hikumet dixwaze bi pirojeyek ya nêzîkatiyên nerm weke piştî welidandina jinan dê hinek navberê bidin karê xwe jinan bi van nêzîkatiyan ji jiyana kar dur bixin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dibe k udi dema welidandinê de navber dayîna kar ji bo jinan baş be, lê di aliyê sermaye de birîna muçeyê wan jî di wê de li berjewendiyên xwe digerin.


‘Divê li tekoşîna jinan bê xwedîderketin’


Gulîzar diyar kir ku divê her kes li tekoşîna karkeran xwedî derkevin û wê rojê mehmur jî li gel karkeran cîh bigirin û piştevaniya wan bikin. Gulîzar da zanîn ku heger tekoşînak bi hev re nayê meşandin dê qazanc jî baş neyên bidest xistin.


‘Divê her kes destê xwe bidin hev û ji vê pergalê re bêjin bese’


Gulîzar destnîşan kir ku heta niha ji bo muçeyên sektorên tayîbet tu guherîn çênebûne û wiha got: “Divê her kes destê xwe bidin hev û ji vê pergalê re bêjin bese. Ji ber vê jî 1’ê Gulanê gelek giringe. Emê di qadan de hêza xwe nîşan bidin. Emê bi hev re vê tekoşînê berdewam bikin. Divê karkerên jiyana wan ne di ewlehiyê de û mehmurên jiyana wan di ewlehiyê de ji hev neyê cudakirin û di vê tekoşînê de her kes destê xwe bidin hev.”


‘Jin weke hêza kar ya lewaz tên dîtin’


Hevseroka Tun Bel-Sen ya Amedê Gulay Tekin Kuzu jî diyar kir ku pirsgirêkên jinan yên di herêmên xebatê de her diçe zêde dibe û wiha got: “Din ava jiyana kar de her dem jin weke alîkar hatine dîtin. Ji ber vê jî weke hêza kar ya lewaz hatine dîtin û muameleya bi muçeyê kêm karkirinê û cudahiya zayendî li gel wan tên kirin. Di van demên dewî de her çendî ku hinekî guherîn hatibe kirin jî lê hîna pirsgirêkên jinên karker di nîvî de dimîne û berdewam dike.”


‘Mafê karkerên jin tên binpêkirin’


Gulay belkişand li ser kêm îstihdama jinan û wiha berdewam kir: “Karmend her dem welidandina jinan weke rîskekê dibînin. Ji bo ku jin ji ber welidandinê 24 mehan karnekin nirxandin hatin kirin û derket rojevê. Mafê jinên karker tên binpêkirin û ji aliyê karmendan ve destur nayê dayîna wan. Ev rewş hem ji aliyê karmendan ve û hem jî hikumetê ve pirsgirêk tên jiyan kirin.”


‘1’ê Gulanê rojek dîrokiye’


Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen ê ya Amedê Dîlek Atsan jî balkişand li ser mudaxeleya modernîteya kaputalîst ya di hemû navendan de û wiha got: “Li cihek yê mêtîngeriya kedê hayî, li Roboskiyê bi bombeyên dewletê zarokên hatiye qetilkirin û zarokên li Ok Meydanên bi guleyên dewletê hatine qetilkirin. Ji bo em li hemberî van tevan tekoşîna demokrasiyê berdewam bikin û ji bo bi hezaran hevalên me yên hatine qetilkirin em vê rojê giring dibînin.”


‘Em li hemberî mêtîngerî û faşîzmê li qadanin’


Dîlek anî ziman ku 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê li hemberî tunebûnê, faşîzmê û mêtîngeriyê seknek ya berxwedanêye û wiha domand: “Ev saleke pêvajoyek ya aştiyê haye. Di vê pêbajoyê de kedek tê dayîn. Ji bo em mafên xwe yên ku ji destê me hatine girtin, li hemberî binpêkirina mafan têbikoşin û  tiştên ku jiyana me dixin nava xetereyê ji holê rakin. Di vê em di aliyê siyasî, civakî, aborî, hiquqî, çandê û  hemû mafên me yên ku ji destê me hatine girtin li 1’ê Gulanê  xwedî derkevin. Bi vê wateyê 1’ê Gulanê weke cejna gelan divê em pîroz bikin.”


 (zd)