Kincên Jale yên rengareng bû geweza berxwedanê...

10:24

Zehra DOGAN / JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Di tevahiya cîhanê de 1’ê Gulanê şahidî jig elek dikên berxwedanê re kiriye. Li Tirkiyê jî hîna bûyera 1877’ di binhişiya gel de weke bûyerek nû cîh digire. Di wê bûyera bi xwîn ya ku hîna faîlên wê nehatine darezandin de yek ji endama DEV-LÎS’ê ya k udi heman bûyerê de hat qetilkirin jî Jale Yeşilnil bû… Di sala 1977’an de yek ji jina ciwan ya ku navê xwe li dîroka berxwedana Taksîmê kolayî jî Jale bûye. Jale kincên xwe yên rengareng û de destê wê de ala heyî din ava xwînê de mabû. Ew bedena Jale ya bê can din ava xwînê de mayî bi wêneyan di raya giştî de cîh girtibû û hîna ew wêne nehatine ji bîrkirin…


Lig elek welatan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê  din ava karker û polîsan de rageşî derdikeve û bi çalakiyên bi xwîn derbasdibe. Li Tirkiyê jî 1’ê Gulanê bi xwîn derbasdibe. Mermerên Meydana Taksîmê bi xwîna karkerên berxwedanvan bûye cihek weke sembola berxwedanê. Li Meyîdana Taksîmê berî niha 37 salan di encama gulebaranê de 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, 136 welatî birîndarbûn û piştî bûyerê 470 kes jî hatin binçavkirin. Li gorî ku 37 sal li ser bûyerê re derbasbûye jî hîna ew qirkirin ji aliyê kê ve hat kirin, ne hat diyar kirin û faîl nehatin darezandin. Bi vî awayî dosyeya 1’ê Gulana 1977’an hat girtin. Lê bi salan berxwedanê berdewam kir û hîna jî berdewame. Her sala ku diçe zêdetir gel bi awayê girseyî tevlî çalakiyên 1’ê gulanê dibin û hesabê welatiyên di bûyera 1’ê Gulana berî niha 34 salan dipirsin û bi dengekî gur daxwazên xwe tînin ziman. Lê jin…


Jinên ku navê xwe li dîroka berxwedana Taksîmê kolane


Di sala 1977’an de li Tirkiyê 1’ê Gulanê bi xwîn derbasbû. Di vê çalakiya bi xwîn de hîna faîlên Haer Îpek Saman, HAtîce Altun, Hulya Emecan, Kadriye Duman, Leyla altiparmak, Meral Cevren Okol, Nazan Unaldi, Dîlan Nergis û Sibel Açikalin nehatine dîtin. Di 1’ê gulana bixwîn ya sala 1977’an li Meyîdana Taksîmê ya bi xwîn yek ji jinên hatin qetilkirin jî Endama DEV-LÎS’ê Jale Yeşîlnîl bû… Jale xwendekara pola 3’emîn ya Lîseya Tahranê bû. Di 1’ê Gulana sala 1977’an de li gel 500 kedkaran li Meyîdana Taksîmê bi kelecanek ji berxwedanê dagirtî dijiya. Ev bûyera reş di refên dîroka Tirkiyê de weke rupelek reş cihê xwe girtiye. Ew bûyer bû sedema qetilkirina gelek jinên weke Jale. 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê piştî berxwedanek bêhempa hat jiyankirin. Li Paytexta Fransa Parîsê jî di sala 1889’an de di encama 2’emîn Enternasyonal ê de 1’ê Gulanê weke Roja Berwedana Yekgirti û Piştevaniyê ya Navnetewî hat îlankirin. Li gorî di ser vê hefpeyîmanê de ewqas sal derbas bûne jî hîna Tirkiye xwe ji vê re amade hîs nake û hîna di 1’ê Gulanê de şidetê bi kartîne. Di 1’ê Gulanê de Jale bi kincên rengareng yên lig ora giyana berxwedana 1’ê Gulanê li xwe kiribû. Di destê wê de jî pankarta ku daxwazên gelan tanî ziman hebû û din ava refên kedkaran yên qada Taksîmê de cîh girtibû. Lê hişmendiya deshilantdar ya zordest hîna ji vê kelecan gel re ne amadebû û Jale bi wê xemla xwe dinava gola xwînê de hêlan.  


Jale ya DEV-LÎS bi kincên xwe yên rengareng din ava xwînêde ma…


Din ava dîmenên wê roja bixwîn de herî zêde ber çavan ketina jinek bi kincên genga reng û por kej di beleka mirovan de nûye û nayê ji bîr kirin. Li gorî kesên ku şahidiya wê rojê û wê bûyerê kirî diyar kirîn ji aliyê Taşkişlayê ve 2 wesayîtên zirxî hatin û bi şid ketin nava qadê. Bil ez li gel gule barandin û ber bi aliyê dinê ve derketin. Jina bi kincên xwe yên rengîn û porê xwe yê kej dibin wesayîta zirxîde ma. Ew jin Jale bû… Li gel Jale gele jin jî din av de bi giştî wê rojê 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê roja ku li gel Jale gelek welatî hatin qetilkirin, hevalê Jale tabeleya lîseya ku Jale lê di xwend guherîn û weke kincên Jale bi renga reng boya kirin û ji nû ver reng û nav dan tabeleyê. Êdî lîseya ku Jale lê dixwend bi navê hemû şoreşgerên lîseyan bû Lîseya Jale Yeşîlnîl û ev nav wiha ma.


Kê 34 welatî qetilkirin?  


Li ser bûyera ku li gel Jale 37 welatî hatîn qetilkirin derbas bû jî lê hîna bûyer weke birînek nû bi êş û dinale di beleka karkeran de nûye. Meyîdana Takîsîmê ya ku ji aliyê karkeran ve vegeriyaye meydana berxwedanê hîna kê ew komkujî bi serê karkeran anî nehatiye dîtin û darezandin. Bê guman yên ku dem dem Meyîdana Taksîmê vedigerînin qada şer heman hişmendiyê û heman deshilatiyê Jale û 34 welatî jî qetilkirin. Gelu yên ku van hemûyan dikin kîne û çima nayên dîtin û darezandin? Ber bi dawiyê hatina mitînga ku nêzî 500 hazaran welatî tevlîbûyîn bi biryara walitiyê li derdora meydanê çeperên xwe çêkirin û li ser welatiyan de gule barandin. Di encamê de 34 welatî qetilkirin, 136 welatî birîndar kirin û pişîtî bûyerê 470 welatî jî girtin bin çavan. Din ava rupelên dîrokê de weke “1’ê Gulana bixwîn” cih girt. Li gorî tê zanîn çawan û li ku hêzên welatî bombebaran kirî çeperên xwe çêkiribûn, lê nayê zanîn kî bûn, ev yek carekedinê ruyê dadgeha Tirkiyê derdixe berçavan. Bi vî awayî Maydana Taksîmê ya ku navnîşana çeperên wan heya lê di wan çeperan de kî hebûn û qatîl kî bûn dê neyê zanîn.


 (zt)