‘Heta ku rastiya me sazî bibe emê xebatê bidomînin!’

13:17

 


Gulşen KOÇUK – JINHA


AMED – Hîndekarê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Dîcleyê û  Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlmên Karkeran Aydin Gelmez der barê mîhrîcana têkidarî ‘Azadî kedê dixwaze’ dê pêk were axivî, got ku “Ji bo ku mirov cîhanê bibînin û bidin nîşandan, amûrên cuda hene. Sînema jî yek ji vana ye.  Em plan dikin ku mîhrîcanê heta ku rastiya me bibe rastiyeke esas û heta ku rastiya kesên hatine tunekirin li cîhanê bê dîtin, bidomînin.”


Îsal 7’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dê pêk bê. Mîhrîcan ji sala 2006’an  heta niha wekî  cejneke tê pîrozkirin. Her sal di navbera 1-10’ê gulanê de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê bi awayekî hevdem pêk tê. Piştî wê jî, li hemû Tirkiyeyê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de hemû pêşandan bê perene û  her wiha ji bilî salonên sînemayan li sendîkayan, fabrîkayan û taxan jî tên nîşandan.  Li Amedê yekem car di sala 2010’an de hate lidarxistin û ji ber hin sedeman, salekî navber dan mîhrîcanê. Îsal ev mîhrîcan dê dîsa bê lidarxistin.  Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî  ku dê li Enqere, Îzmîr û Stenbolê bi awayekî hevdem bê lidarxistin, dê li Amedê jî cara duyemîn bê lidarxistin.


Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê û Hîndekarê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Aydin Gelmez der barê Mîhrîcana 2’yemîn a Navneteweyî ya Karkeran a Amedê de diyar ku ji bo kesên bindest rastiya xwe nîşan bidin, sînema amûreke gelek girîng e.


‘Em li hêviya hemû gelê xwe ne’


Aydin da zanîn li Amedê di sala 2010’an de cara yekem mîhrîcan hatiye lidarxistin û got ku salekî navber hatiye dayîn. Aydin, destnîşan kir ku îsal dê ya duyemîn bê lidarxistin û agahiya “Di navbera 1-7’ê gulanê de li Sumerpark û Navenda Çanda Cegerxwîn pêşandan dê bên destpêkirin. Hemû nîşandan bê pere ne. Her sal dê li ser esasên nû mîhrîcan bê lidarxistin” da.


Aydin, got ku “Her sal bi diruşmeke mîhrîcana me tê lidarxistin. Îsa jî ‘Azadî kedê dixwaze’ ye. Îsal mîhrîcan bindestan dike mijara xwe. Em dê îsal ji derên cuda yên cîhanê zextên li ser gel, bikin mijara xwe. Em li hêviya tevlîbûna hemû gelê xwe ne.”


Wêne– Kamera: Gulşen KOÇUK


(gk/hp/xo)