'Ji bo nûneriyek wekhev nûkirina makezagonan şerte'

10:57

JINHA


İZMİR – Pispora Yekîtiya Ewrupayê Selma Acuner diyar kir ku ew li Tirkiyê tevlîbûna jin ya siyasetê pir kêm dibînin û got: “Nûneriya wekhav ya BDP û HDP’ê bitenê têrnake, divê ev guherîn li tevahiya Tirkiyê bê dîtin. Hişmendiyek bi giştî jin û mêr wekhev dîtin nîne. Divê wekheviya jin û mêran weke mafek yê hemwelatîbûnê bi lez bê kirin.”


Li Tirikyê pêdivî bi derxistina zagonên civakî û di navê de jî wekhaviya mafê jinan parastin pêwîste. Pispora Yekîtiya Ewrupayê Selma Acuner da zanîn ku w eli gel nûneriya wekhav ya civakîne û wiha got: “Divê zagonên nûneriya wekehev derkevin. Ji bo kul i Tirkiyê nûneriya jinan jî hebe û divê jin jî di her derê de wekhev cîh bigirin. Wekedinê bi tu awayî nabe.”


‘Hişmendiya teng ji bo jinan xetereye’  


Selma belkişand ser giringiya di her cihî de beşderiya jinan û wiha domand: “Perwerdê dibînin, lê divê li cihekê vê bixin meriyetê. Mixabin hîna li Tirkiyê pirsgirêka nûneriya jinan heye. Teqez divê ji bo jinan veqetandina herêmên teng neyên pejirandin. Li gel rêxistinên jinan bi hev neşêwirin hem ali ser navê wan biryar girtin dizagonan de, ev yek qirkirina siyasi ya jinane.”


‘Nêzîkatiyên wekhav nûneriya jin û mêran nîne’


Selma din ava partiyên siyasî de nûneriya jinan kêm dît. Selma rêjeya nûneriya jinan din ava rêveberiyên herêmi yên BDP û HDP’ê de û wiha berdewam kir: “Li tevahiya Tirkiyê nêzîkatiyek ya hevsengiya nûneriya jin û mêran nîne.” Selma da zanîn ku heger di zagonan de ji bo wekheviya nûneriya jin û mêran tuştek neyê kirin dê li gorî keyfa xwe nêzîkatî bê kirin û her kes li gora xwe nêzî meseleyê bibin. Di dawiyê de Selma destînşan kir ku ew hevşopandina rêxistinên jinan ya navnetewî pir giring dibînin.


(zt)