‘Jin dibin qurbanê siyasetên qirêj’
11:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN– Kordînasyona Yekîtiya Star girêdayî mijara destdirêjiya zayendi ya kul i hemberî jinên di kampên koçberan yên Herêma Federala Kurdstanê de tên kirin nerazîbûn nîşan dan û daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku jinên ji ber şer û pevçûnan neçarî koçberiyê bûne, li kampan rastî destdirêjiyan tên, her wiha di bin navê zewacê de di karên qirêj de tên bikar anîn. Di daxuyaniyê de ev kirinên qirêj hatin şermezar kirin û bang li hemû jinên koçber hat kirin ku vegerin li ser warên xwe.
Li gorî rapora ku rêxistina jinan a Netewên Yekbûyî ji sedî 68 ji jinên kampên Herêma Federala Kurdistanê rastî destdirêjiyê hatine. Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hatin gotin: “Rewşa şer û ambargoya ku li dijî herêmên kurdan tên meşandin, derî ji koçberkirinê re hate vekirin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmareke mezin berê xwe dan Herêma Federal Kurdistanê û hejmarekî din jî berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Tê zanîn ku siyasetên koçberkirinê bi zanebûn û sîstematîk ji aliyê hêzên tarî ve tên meşandin. Li gel vê yekê jî ji bo berjewendiyên xwe ambargoya aborî û siyasî bi hemû şêwazan datînin ser herêmên kurdan.”
‘Li cihê ku jin di karên siyasî de bixebitin di karên cinsî de tên xebitandin’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat domandin: “Li gorî rapora ku rêxistina jinan a Netewên Yekbûyî ji sedî 68 ji jinên kampên Herêma Federala Kurdistanê rastî destdirêjiyê hatine. Li vir rêjiya neçarhiştina xwekuştina jinan jî zêde bibû. Ji bilî vê yekê merasîmên zewac û zemawendên komî ku ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hatin meşandin. Bi van tiştin li şûna ku jin di karên siyasî de bixebite di karên cinsî de tên xebitandin. Ev tişt hemû rewşên destdirêjiyê ku di karên istixbaratê de tên bikar anîn vê yekê piştrast dike. Em wekî Rêxistina Yekîtiya Star van siyasetên dûrî nirx û exlaqên mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinên koçber dikin ku hevserên xwe li pey xwe bihêlin û vegerin malbat û xizmên xwe, ji ber ku di dawiyê de tenê jin buhaya siyasetên qirêj didin.”
(zt)

