Kampanyeya ji bo Azadiyan Abdullah Ocalan bi 8 çawaniyan didime
13:10
Mizgin Tabu - Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Aktîvîsta DOKH’ê Zozan Paça kampanyeya DOKH’ê ya “Jin ji bo Serokatî û azadiya xwe di çalakiyandenin” nirxand û got: “Emê vê kampanyeyê li ser bingihê polîtîk, îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî, ekolojîk, hiquqî û dîplomatik bi rêvebibin. Di vê çarçoveyê de em ji gel baldarbûnê dixwazin.”
Kampanyeya “Jin ji bo Serokatî û azadiya xwe di çalakiyandenin” ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê ve hatî despêkirin, weke lig elek navendên herêmê ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiyî despêkirin bê gunan li Wanê jî berdewam dike. Aktîvîsta DOKH’ê ya Wanê Zozan Paça girêdayî kampanyayê wiha got: “Emê heta azadiya Serokê xwe kampanyeya xwe berdewam bikin. Em dixwazin her kes beşdarî kampanye ya me ya ku li gora giyana demê dixebite û xwediyê giringiyekî mezine bibin.”
‘Ji bo nasîna kampanya yê em diçin li gel welatiyan’
Kampanyeya DOKH’ê ya “Jin ji bo Serokatî û azadiya xwe di çalakiyandenin” di 4’ê Nîsanê de hat despêkirin û di 25’ê Nîsanê de jî bi raya giştî re hat parvekirin. Girêdayî kampanyayê Zozan wiha axivî: “Kampanyeya me ya ‘Jin ji bo Serokatî û azadiya xwe di çalakiyandenin’ di 4’ê Nîsanê de hatiye despêkirin. Armanca me ya vê kampanyayê jî herî zêde îdeolojî xistina piratîkêye. Kampanyeya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ bingihek amadekir. Em diçin van mijaran bi gel re par dikin û di vî aliyî de baldarbûnê ji gel dixwazin. Emê vê kampanyeyê li ser bingihê polîtîk, îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî, ekolojîk, hiquqî û dîplomatik bi rêvebibin.”
‘Em armanc dikin ku vê kampanyayê li ser 8 çawaniyan berdewam bikin’
Zozan da zanîn ku heta azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ew dê kampanye ya xwe ya ya “Jin ji bo Serokatî û azadiya xwe di çalakiyandenin” berdewam bikin. Zozan anî ziman ku wan li Wanê jî sterta kampanyeya xwe dane û ew banga tevlîbûnê li welatiyan dikin û wiha domand: “Em di xebatên xwe de bi giştî îdeolojiya Serokantiyê ya ku ji 8 çawaniyan pêktê didin nasîn û li ser wan xebatan berdewam dikîn. Armanca me ya yekem ji vê kampanyayê dayîna nasîn ya van çawaniyane û li Serokatiya xwe xwedîderketine.”
‘Emê ji bo aştiyê bixebitîn’
Zozan balkişand li ser tenduristiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û li vîna xwe xwedîderketina gelê kurd û wiha berdewam kir: “Gel parastina xwe û Serokatiya xwe bingeh digirin. Di vê wateyê de em ji bo avakirina derfetên çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên diyalogê di xebitin. Azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan rê li ber siyasetkirina gelê kurd vedike.” Zozan destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan gelê kurd mereq dike û ji zude li bendêye.
‘Bi her awayî dewlet bi ser medetê’
Zozan anî ziman ku dewlet bi tecawîzê, qirkirinên jinan û îskenceyê her demê cîh li kurdan teng dike. Zozan diyar kir ku nerakirina tecrîda li ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi fermînekirina sazumaniya muzakereyan encama heman polîtîkayêye. Zozan balkişand li ser rewşa pêvajoyê û kampanyayê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo giyana pêvajoyê em dixwazin ku her kes beşdarî vê kampanyayê bibin.”
(zt)

