Leyla İmret: Emê bi jinan re Cizîrek nû avabikin
10:40
Asiye Tekin - Mizgin Tabu/JINHA
ŞIRNEX – Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji ber zilma dewletê neçarmaye ji axa ku li ser çavên xwe li jiyanê vekiriye û mezin bûye koç bike û biçe li koçberiyê jiyana xwe berdewam bike. Leyla diyar kir ku ew pir baş deruniya zarokên li herêmê dizane û ji ber wê jî dê despêkê cîh din projeyên zarokan. Leyla da zanîn ku dê bi hişmendiya şarendariyek nû li gel jinên Cizîrê yên jîr Cizîrê ji nû de biguherînin û din ava demeke kin de wê ferqa Cizîrê bîdin nîşandan.
Di hilbijartinên herêmiyên 30’ê Adarê de Leyla Îmret bi ferqek mezin ya dengan bû hevşaredara BDP’ê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Leyla destnîşan kir ku dê bi hişmendiya şaredariyek nû, li gel jinên Cizîrê yên jîr Cizîrê ji nû de biguherînin û din ava demeke kin de wê ferqa Cizîrê bîdin nîşandan. Leyla wendakirina bavê xwe wiha anî ziman: “Piştî qetilkirina bavê min êdî ji ber zordariya dewletê ne nekarî li ser axa xweya ku em ewqas jê hezdikîn bijîn û neçar man kaçî Mêrsînê bikin. Paşê jî ez derbazî Elmanya bûm. Min li Ewrupayê beşa pêşdeçuna zarokan xwend. Di heman demê de min din ava komeleyên kurdan de jî cîh girt. Din ava ciwanan de her dem bi rolekî aktîf dixebitîm. Eleqeya min ji bo siyasetê û welatê min hebû. Heta 18 saliya xwe nin nedikarî vegerim Kurdistanê.
‘Dema ku Tirkiya dihat gotin her dem mirin û şer dihat bîra min’
Leyla pêvajoya ku nedikarî bê li gel malbata xwe hesret û xerîbiya xwe ya ji bo dîtina malbata xwe wiha bilêvkir: “Di salên dirêj yên kum in nedikarî diya xwe, xwişk û birayên xwe bibînim, min gelek zorî kişand. Min 13 salan dayîka xwe nedît. Di dilê min de herdemê kêmaniyak hebû. Lê ev kêmanî çî bû , ez baş tênedigihiştim. Heta kum in dayîka xwe dît.” Leyla di sala 2008’an de vegeriyaye ser axa xwe Silopiyan û li gel malbata xwe ya ku bi salan bi hesreta dîtinan wan jiyan kiriye. Di dema hatina xwe de ew dilgermî û heskirina li hemberî xwe bi van gotinan vedibêje: “Heskirina dayîk û malbatê bi tu tiştan nayê guherîn. Ji ber vê sedemê vegera welat ewqas di hişê min de cîhekî kur girtibû. Dema ku Tirkiya di hat gotin tuştekî baş nedihat hişê min, her dem şer û mirin dihat bîramin. Rojên kum e xwe di bordom û bin kodunan diveşart dihat hişê min.” Leyla derbirî ku ji ber jiyankirina van tirsan wê Ewrupa weke riya xelasiyê didît.
‘Projeya me ya despêkê zarokin’
Leyla anî ziman ku dema ew gihaye li ser axa û welatê xwe despêkê mala kul ê çavên xwe li jiyanê vekiriye ziyaret kir û wiha got: “Bîranîn û lîstokên min dema zarokatiyê hatin bîramin. Berxwedana Bêrîvanan û giştî gelên vî bajarî ez vegerandim li ser warê min. Sekna Bêrîvanê ji bo jinên Cizîrê mînakeke. Bavê min ji bom in mînakeke. Bavê min ji bo gel jiyana xwe û malbata xwe nefikirî. Ez deruniya zarokên li herêmê baş têdigihijim. Zarok din ava şer de mezin dibin. Din ava şer de zarok bi bombeyên gazê tên birîndar kirin û qetilkirin. Ev êş û şerê zarok jiyan dikin dibe sedem ku berê xwe bidin çiyan. Zarokatiya xwe jiyan nakin. Dê projeyên minên despêkê ji bo zarokanbe. Emê waneyên zimanê kurdî bidin zarokên temenê wan dinavbera 3-5 saliyê de.”
‘Emê bi jinan re Cizîrê mezin bikin û pêşde bibin’
Leyla diyar kir ku şêniya Cizîrê ji sedî 40 ciwanin û polîtîkayên qirêj yên pergalê li ser ciwanan hene û wiha domand: “Cardin jî ez ciwanên Cizîrê pîroz dikim ku cardin karîne li ser lingên xwe bisekinin û di ferqa çanda xwedebin. Emê di vê çarçoveyê de hişmendiyekê bidin ciwanên xwe. Di aliyê kar û perwerdê de emê alîkariyê bidin wan.” Leyla da zanîn ku dê li gel jinên Cizîrê bi hev re Cizîrê mezin bikin û pêşde bibin û wiha berdewam kir: “Dê navçeya me hîn zêdetir bi hêz bibe. Ez bi tenê nikarim van tevan bikim. Emê li gel jinên Cizîrê tax tax bigerin û bajarê xwe pak bikin. Heger em bi dil, azad û bi bawerî kar bikin tuştek ya ku em bi ser nexin nîne. Di vî aliyî de gelek piratîkên jinên Botanê hene. Heger mirov tiştekê bixwaze û bi dil bike serkeftina wê pir dê ne zorbe. Ji ber vê jî ez difikirim ku emê zu pirsgirêkan çareser bikin.”
‘Ji bo jinan avakirina derfetan karê me yê yekaneye’
Leyla balkişand ser li gel Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bilind kirina alaya mor û wiha got: “Fikirek pir başe. Ez jî difikirim wiha bikim. Dê ji bo serkeftinên jinan bibe gavek. Ji bo jinan avakirina derfetan karê mey ê despêkêye. Divê her jin di hindirê mala xwe de dest bi tekoşîna azadiya jinan bikin. Dê projeyên me bi vî awayîbin. Heger jin bên pêşxistin dê di hindirê mala xwe de zarokên xwe û hevserê xwe jî pêşbixin. Jin dikarin di hindirê mala xwe de dest bi pêşketinan bikin û paşê jî dê bi bandora van pêşketinan derkevin qadan jî. Heger jin û ciwan di vana liyan de bên perwerdekirin û bibin xwediyê hişmendiyek nû ya guherîna civakî wê demê dê ve yek bandorê li tevahiya civakê jî bike û guherîn zêdetir bil ez bên kirin.”
‘Emê ji bo jinan kooperatîfan avabikin’
Leyla destnîşan kir ku jin dê di her qadan de serkeftina xwe îspat bikin û wiha doman: “Emê ji bo jinan kooperatîfan avabikin û divê jin din ava hemû qadên civakî de cîhê xwe bigirin. Bi van kirinan dê jin xwe girêdayî mêran hîs nekin û bi hêza xwe ya cewherî xwe li ser lingan bigirin. Jin dema k udi aliyê aborî de hinekî bi hêz hîs bikin dê ev bibe sedem ku jin baweriya xwe jî bi hêza xwe ya cewherî bînin. Dê bizanin ku ne muhtacê kesêne. Zarokên xwe yên keç di temenê biçuk de dizewicînin û ew zarokên biçuk di wî temenê xwe yê biçuk de rastî jiyanek bi xwedar tên. Ew zarok zarokatiya xwe jiyan nakin û zarokekdinê tînin cîhanê. Ew difikirin ku tenê jiyan ev ji derveyî vê jiyanê xwe bê çare hîs dikin û weke ku neçarin vê bijîn xwe wiha dibin neçariyek ya vê jiyana zor de dibînin. Emê vê hişmendiyê bişikênin. Dê girêdayî jinan projeyên me yên giring hebin. Em nexwazin tu jin û tu dayîk bi awayek kole jiyan bikin. Emê bi projeyên xwe jinan ji malan derxînin.”
(zt)

