Dayîka Gîzema biçuk bang li Serokwezîr kir

11:44

Tekoşin Tekin / JINHA


EDENE – Gîzem Akdeniza 6 salî ku dema dayîka wê li bazarêbûye wendabûyî û piştî du rojan bedena wê ya biçuk bêcan hatî dîtin, her ku diçe bertekên li hemberî awayê qetilkirina wê zêdedibe. Dayîka Gîzem Hatîce Akdenîz bang li Serokwezîr kir û got: “Heger cezayê ku maf kiriye neyê dayîna qatîlê keça min, ezê Serokwezîr hevalê wî bibînim. Heta niha tuştek ji bo zarokên tên qetilkirin nehatiye kirin, bila ji niha û pêde bê kirin.”


Hetîce Akdeniz li gel hevserê xwe Mustefa Akdeniz û zarokên xwe li taxa Tellidere ya Seyhana Edeneyê dijîn. Hatîce dayîka 4 zarokane û ya herî biçuk jî Gîzeme. Dema ku ji bo lîstinê derket kolanê nava zarokan wendabû û carekedinê venegeriya malê. Ji roja yekşemê heta çarşemê ji wê tu agahî nehat girtin. Paşê bedena wê ya bêcan li 20 kîlometreyan durî mala wan li nêzî gola Edeneyê li ber Rizgerli tepe hat dîtin. Di bedena Gîzema biçuk de şopên şewatê hebûn û diyarbû ku bi îskenceyê hatibû qetilkirin. Qatîlê Gîzem Suleyman Akdeniz jî xizmê wan bi xweye, ji ber ji xwişka Gîzemê Gamze hes kiriye û dixwest bi zorê pêre bizewice lê nedanê wiha li Gîzemê kiriye û piştî bûyerê hat girtin. Gamze jî got: “Ez dibistanê dixwînim. Heta ku ez dibistana xwe neqedînim û nebim xwedî pîşe nazewicim.” Qatîl Suleyman jî ji bo tola xwe hilîne wiha kiriye û dima derxistin dadgihê hat girtin.


‘Îskencaya kul i keça min hatî kirin dil nikare tehmul bike’


Dayîka Gîzema biçuk Hatîce Akdeniz jî wiha got: “Dema ku zaroka min wenda bû min nedixwest ez wê mirî bibînim. Dema kum in xebara mirina keça xwe bihîst dilê min şewitî. Ji xwe dema kum in bihîst bi îskencê zaroka min hatiye qetilkirin, tevahî cîhan min bi serê min de hilweşiya û pêtên agir bi ser dilê min ket. Ewqasî îskence li keça min hatiye kirin ku dilê tu dayîkan nikare xwe li hemberî vê êşê bigire.” Hatîce anî ziman ku qatîl Suleyman dixwest bi keça wê Gamze re bizewice û wiha domand: “Dayî bavên qatîl Suleyîman dihatin mala me xwestina keça min Gamze. Me jî ji Gamze pirsî. Gamze got: ‘Ez dibistanê dixwînim. Naxwazim bizewicim. Heta ku ez dibistana xwe neqedînim û nebim xwedî pîşe nazewicim. Malbata wî jî gotin ‘temam’ û çun. Di xwestin keça min ji bo qatîlekê bixwazin.”


‘Serokwezîr ma qeyî tu jî qatîlê’


Hetîce bang li Serokwezîr kir ku cezayê herî giran bide qatîl Suleyîman û got: “Serokwezîr zarok û neviyên te jî hene. Ez dixwazim qatîlê keça min bê cezakirin. Wî di hindir de xwedî neke bila cezayê xwe bikêşe. Bila bibe îbertek ji bo her kesê ku êdî kes destê xwe nedin zarokan. Ji derve çiqas qatîl hebûn min nekarî ez zaroka xwe biparêzim. Heger cezayê ku maf kiriye neyê dayîna qatîlê keça min, ezê Serokwezîr hevalê wî bibînim. Heta niha tuştek ji bo zarokên tên qetilkirin nehatiye kirin, bila ji niha û pêde bê kirin. Qatîl hîna baweriya xwe bi te tînin û zarokan qetildikin. Yan tu jî qatîlê.”


(zt)