Li Stenbolê mudaxeleya ‘1’ê Gulanê’
12:10
JINHA
STENBOL - Girseya gel a ji bo bimeşe Taksîmê li Qada Beşîtaşê kom bû, rastî polîsan a bi bomgeya gazê û ava şid hat. Li Şîşlî û Okmeydani jî, ji ber êrîşa polîsan pevçûnan destpê kirin.
Girseya gel a ji bo bimeşe Taksîmê li Qada Beşîtaşê kom bû, dema li Bûlvara Barbarosê govend digeran, rastî êrîş polîsan a bi bombeyên gazê rast hat. Li dû êrîşê girseya gel xwe vekişand, lê bi maşînên TOMA polîsan ava şid berda girseyê. Li kolanan pevçûnan navbera koman û polîsan de dewam dike.
Li Şîşlî jî girseya gel a hewl dida li ber Otela Cevahîrê bicive, rastî êrîşa polîsan a bi bombeya gazê hat. Pevçûnên ji ber destwerdanê rû dan, li nava kolanan dewam dikin.
Yên hewl didin biçin ser karê xwe yê li Şîşlî jî rastî astengiya polîsan tên. Polîsan her wiha ji rojnamevanan re jî diyar kirin ku yên qerta wan a zer tinebe, wê nikaribin ber bi aliyê Taksîmê biçin.
(zt)

