Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Amedê ji sê aliyan ve meş
13:12
JINHA
AMED – Li Amedê pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê ji aliyê rêxistinên KESK, DÎSK, TMMOB, TURK-ÎŞ û TBB yê ve hatiye organîze kirin. Bi boneya pîrozbahiyê ji sê aliyan ve bi meşên rêxistinkirî diherikin cihê mitîngê. Kedkar û Karker bi ala, flama, pankart û duruşmên xwe reng didin qada mitîngê û amaden ku telebên xwe bînin ziman.
Bi rêxistinkirina Komfederasyona Karkerên Gişti ya Sendîkayên Amedê (KESK), Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Hevgirtina Odeya Muhendîs û Mîmarên Tirk (TMMOB), TURK-Îş û Hevgirtina Tabîbên Tirk (TBB) bi organîzeyek ya bi duruşma “Em Şoreşa Rojava Silav dikin” mitînga 1’ê Gulanê hat li darxistin. Bi boneya pîrozbahiyê ji sê aliyan ve bi meşên rêxistinkirî diherikin cihê mitîngê. Kedkar û Karker bi ala, flama, pankart û duruşmên xwe reng didin qada mitîngê û amaden ku telebên xwe bînin ziman. Li ber Şaredariya Bajarê Mezin, DÎSK Genel Îş, Yol Îş û Egîtîm – Sen ê jî aliyê Ofis ê ve jî meş hatin li darxistin. Li Meydana Deriyê Çiyê mitîngê despêkir. Li bendêye ku bi hezaran karker û kedkar dakevin meyîdanê. Di nav de jî Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Parlementê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, SES, Egîtîm Sen, Belediye Îş, ESP, HSP, TKP û gelek STK a û partiyên siyasî jî beşdar bûn.
Zarokan reng dan qadê
Li meyîdanê alayên STK, Sendîkayan û partiyên siyasî û pankartên weke “Ji teşeroniyê re bese, bila sitatoya karkeran hebe, ji mêtîngeriya kedê re bese”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Em şoreşa Rojava silav dikin”, “Aştî hema niha”, “Rexnedana min ji bo mexdurên 4C û ji bo karkeran ewlehî”, “Li hemberî perwerdeya paşdemayî, kevneperest, yekane perestiyê, bijî zanîna azadiya demokratîk û perwerdeya bi zimanê dayîkê”, “Emê desturê nedin kalakolên Bakur, xendekên Rojava û qedexeya li Taksîmê”, “Li hemberî kalakol, xendek û qedexeyan dê berxwedan bi serbikeve”, “Ji bo bi heqîqetê re ru bir u bûyîn divê ji Roboskiyê bê despêkirin” û gelek pankartên dinê hatin rakirin. Li gel wan jî duruşmên weke “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bijî berxwedana Rojava” dem dem tê bilind kirin. Karkeran li gel xwe hevser û zarokên xwe jî anîne bi beşdariya wan tayîbetî jî beşdadriya zarokan rengekî cuda didin qada mitîngê.
Dê payema Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo 1’ê Gulanê bê xwendin
Li gorî bernameya pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê li ser navê Komîteya Amadekar ya 1’ê Gulanê Berdefkê demi yê KESK’ê Ugur Yaman, bi navê Turk-Îş ê Elî Oncu, Parlementê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Hevşaredara Navenda BDP’ê ya Amdê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û berdevkên partiyên siysî dê bipeyîvin. Dê paşê jî nameya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo cejna karkeran nivîsandî bê xwendin. Dê koma muzîkê ya Egîtîm Sen ê, Farqîm û Dengbêj Halîm li gel guhdarkirina muzîkan derkevin dikê.
(zt)

