Di zagonên kar de cihê jinan nîne!
08:36
Derya CEYLAN / JINHA
AMED – Karmendên jin li gel hemû zoriyên jiyana kar jî di karê xwe de berew pêş çune û hewil didin bigihin zirveyê. Cîgira Serokê Odeya Mîmaran ya Amedê Bahar Turan diyar kir ku guherina zagonên girêdayî jinan tenê di saziyên fermî de derbasdare û got: “Di sektorên tayîbet de li gora zagonan kar nayê kirin.”
Di karên sanayî de piranî mêr li pêşin û karên civakî de jî piranî jin li pêş hatine dîtin. Di karên sektoran de jinan kedek mezin dane û heta cihekê cihê xwe di jiyana kar de girtine. Cîgira Serokê Odeya Mîmaran ya Amedê Bahar Turan da zanîn ku jin herdem di karên kêm û bên nav bi muçeyek kêm hatine xebitandin û wiha got: “Dixwazin navendên kar tenê ji mêran re bihêlin. Bi hişmendiyek kevneperest ya ku jin tenê bi karê malê û meyîzekirina zarokan ve mijul bibin tev digerin.”
‘Li Tirkiyê qezayên kar pir zêdene’
Bahar balkişand ser qezayên kar li Tirkiyê û wiha domand: “Girêdayî ewlehiya karkeran guherina zagonan di sala 2004’an de hejmara 2457 an û di sala 2012’an de jî hejmara 6331’an hat guherîn.” Bahar destnîşan kir ku guherina van xalan nayê wateya bi ewlebûna jiyana karkeran.
‘Zagon jinan ji nava jiyana kar dişînin malên wan’
Bahar diyar kir ku weke di her navendan de jinan tenê amêra welidandina zarokan û li wan nêrinê dibînin, bê buman ev hişmendiya wan ya qirêj bandora xwe li navendên kar jî dikin û di dihên kar de jî wiha li jinan tê nêrîn. Bahar aîn ziman ku ji ber din ava navendên kar de weke cinsê duyem li jinan tê nêrîn ji ber wê jî jin di asta bilind ya kar de nayên bicîhkirin û wiha berdewam kir: “Dixwazin tenê herêmên kar ji mêran re bihêlin. Bi hişmendiya kevneperest ya ku jinan tenê weke amêrek ya welidandinê dibînin di navendên kar de nêzikatî li jinan dikin. Salên berê zêdetir kreş û dibistanên dayîkê ji bo zarokan hebûn û jinan bi hebûna wan zêdetir dikarîn di navendên kar de cihê xwe bigirin. Kêmbûna wan jî politikayek ya d imalde hêlana jinane.”
‘Sektorên tayîbet jî din ava xebatên xwe de jinan naxwazin’
Bahar da zaîn ku girêdayî jinan guherîna zagonan tenê di kargihên fermî de dikevin meriyetê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di sektorên tayîbet de nexistina meriyetê ya van zagonan tê wateya durxistina jinan ji navendên kare.”
‘Jin xwediyê giyanek ya berxwedanêne’
Bahar bilêv kir ku jin xwediyê giyanek ya berxwedanêne û wiha pêde çu: “Ji bo ku jin din ava navendên kar û siyasetê de cih bigirin tekoşînek mezin dane.” Bahar di dawiyê de balkişand li ser zêdebûna hejmara jinan di hilbijartinên 30’ê Adarê de û diyar kir ku ew ji nêzîkatiya BDP’ê ya li jinan û pergala hevserokatiyê xistina meriyetê gelek memnune.
(zt)

