Dê ji bo jin û zarokên suryeyî dest bi kampanyayê bikin
10:13
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Siber sedema berdewamiya şerê li Rojava û Suriyê gelek malbatên ku ji Suriye tên koçî herêmê û Tirkiyê dikin bi gelek zoriyên jiyanê re dimînin. Herî zêde jî di jiyan wan ya koçberiyê de jin zoriyan dibînin. Avakara Komelya Jinan ya Mûşê Nurcan Çetînbaş girêdayî pirsgirêkên jin û zarokên din ava wan koçberên Surî de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Yek ji bajarên ku jinên koçber têde rastî zoriyan tên jî Mûşe. Li vêderê jinên koçber dixin nava karên nelirêtiyê. Emê girêdayî binpêkirinên mafên jin û zarokên koçber dest bi kampanyeya îmzayan bikin.”
Ji ber şerê ev sê salin li Surî berdewam dike welatiyên li wê neçar dibin ku koçî welatên derdorê dike. Weke di hemû şeran de tê dîtin di şerê li Surî de jî herî zêde jin û zarok mexdur dibin û neçarî koçberiyê dibin. Dema ku tên li van deran bi navê “parastinê” di kampan de bicîh dibin. Bi navê parastinê jin vêcarê ruyekî dinê yê şer dibînin û bi hinek zoriyên dinê re dikevin nava zorê. Piranî welatiyên Suriyê koçî cîhên weke Lubnan, Herêma Federala Kurdistanê, Tirkiye û herêmê dikin. Li cihên ku koç dikin jî jin û zarok rastî karên xirab tên û tayîbetî jî jin bi zorê di karê seksê de tên xebitandin. Avakara Komelya Jinan ya Mûşê Nurcan Çetînbaş girêdayî pirsgirêkên jin û zarokên din ava wan koçberên Surî de wiha axivî: “Divê girêdayî pirsgirêkên li van cîhan jin û zarok jiyan dikin hikumet çareseriyê bînin. Divê demek ji yadinê zutir pêşiya van pirsgirêkên jin û zarok dijîn bên girtin.”
‘Li Tirkiyê ji milyonekê zêdetir koçber dijîn’
Nurcan wiha got: “Li Tirkiyê pirsgirêkên jin û zarokan yên cidî hene. Yek ji navendên ku herî zêde pirsgirêkên jin û zarokan lê tên jiyîn jî Mûşe.” Nurcan diyar kir kul i Tirkiyê ji milyonekê zêdetir koçber dijîn, hegr çareseriyek mayînde neyê çêkirin dê binpêkirinên mafê jinan her ku biçe zêde bibin û wiha domand: “Li gel hemû zoriyên jiyana jinên koçber bi ser de jî rastî tacîz û tecawîzê tên. Ji ber van sedeman jin naxwazin di kampan de bijîn û diçin li bajarên nêz hewil didin cihê jiyanê ji xwe re avabikin. Bi rastî jî di aliyê mafê mirovan de ev pirsgirêkek cidiye. Divê ji aliyê hikumetê de ji pirsgirêkên jinan re çareserî bê dîtin. Li Tirkiyê pir zêde binpêkirinên mafê jinan hene.”
‘Emê ji bo Suryeyiyan dest bi kampanyayê bikin’
Nurcan da zanîn ku dê weke Komeleya Jinên Mûşê ji bo koçberên Suriye dest bi kampanye yê bikin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bi kampanyeya xwe bal bikişînin li ser rewşa jin û zarokên koçber. Li gel wê jî ji bo başkirina şertên jiyana koçberan emê din ava kampanyeya xwe de dest bi alîkariya pereyan jî bikin.” Jinên Suriyeyi yên ku ji ber êrîşên di kampan de li ser wan tên kirin ew reviyane hatine din ava Mûşê de cihek ji bo xwe dîtine Fehîme Heyran û Cwmîle Muna jî gotin: “Em ji ber şer revîn, me koçberî da ber çavan welatê xwe terikand û em hatin li van cihan bi cîh bûn. Lê medît li van cîhan jî rewş hemane û zoriyên ku em jiyan dikin zêdetirin. Zoriyên ku em li wan kampan de jiyan dikin bi gotinan xelas nabin û ziman têra nasîna wan nake.”
‘Em dixwazin vegerin cihên xwe’
Jinên Suriyeyi gotin: “Em her dem bi tirsa êrîşan re dijîn. Ji ber van sedeman em ji kampan derketin û li hinek malên xirabeyên Mûşê bicîh bûne. Lê li van cihan jî pir rewş nehat guherîn. Hinek dixwazin jinên suryeyî din ava karên seksê de bidin xebitandin. Zarokên me jî tevlî karên xirab dikin. Em dixwazin şer biqede û em cardin vagerin welatê xwe. Em dixwazin jiyane baş bi zarokên xwe bidin jiyîn. Her roj em li cihek cuda çavên xwe li jiyanê vedikin, ev ne jiyane.”
(zt)

