Li Amedê xizmeta tenduristiyê ya bê muçe
11:35
JINHA
AMED – Navenda Tenduristiya Zarokan ya Rezan ji sala 2002’an heta niha dibin banê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de xebatên xwe bê muçe berdewam dike. Rêvebera navendê Gulbahar Ulukara girêdayî xebatên navendê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em ji bo yên ku rewşa wan ya aborî nebaşe bê muçe li wan dinêrin. Em netenê li bajar herwiha lig undan jî xizmetê dikin û xebatên xwe berdewamdikin.”
Navenda Tenduristiya Zarokan ya Rezan ji sala 2002’an heta niha dibin banê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de xebatên xwe bê muçe berdewam dike. Din ava navendê de ji bo tedawiyê amêrên weke poliklinik, laboratuar, tenduristiya diranan, bernameya malbatan, pensuman, enjeksyon, rontgen, perwerde, ambulans, dermansazî, xizmeta tenduristiyê ya di malan de û bi piştevaniya xwedîkirinên weke (mama) yan hene û bi van hemûyan xizmeta nexweşan tê kirin. Di navendê de nêzî 20 xebatkaran hene. Di her salê de hejmara nexweşên ku di vê navendê de li wan tên nêrîn ji 10 hezarî derbas dike. Di sala 2013’an de hejmara nexweşên kul i wan hatiye nêrîn 21 hezar û 367 kesin, di sê mehên despêka sala 2014’an de jî bi giştî hejmara nexweşên kul i wan hatiye nêrîn gihiştiye 3 hezar û 386 kesan û navendê ev qas xizmet kiriye.
‘Navend ji bo hemû kesîmên civakî bê muçe xizmet dike’
Rêbera Navenda Tenduristiya Zarokan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Gulbahar Ulukara girêdayî kar û xebatên nava navendê de tê kirin wiha axivî: “Ji sala 2002’an heta niha navenda me ya tenduristiyê bê muçe xizmet dike. Dema ku navenda me nû hatî avakirin tenê ji bo şaredariyê xizmet dikir, niha jî ji bo tevahiya welatiyan bê mûçe xizmet dike. Piraniya nexweşên tên li vêderê yan rewşa wan ya madî nebaşe yan jî ewlehiya wan ya civakî nîne. Em li vêderê wan maîne dikin, tehlîlên wan digirin û ya herî baş jî em dermanên wan bê muçe didin wan.”
‘Di nava 3 mehan de 780 suryelî li vêderê hatine tedawî kirin’
Gulbahar diyar kir ku ew bê muçe li suryeliyên ku ji ber sedema şer hatine li herêmê bicîh bûne dinêrin û got: “Em ji bo nexweşên suryeyî bê muçe karê pêwîst dikin. Ji ber şertê jiyana wan ya zor gelek nexweşî pêre derdikevin. Ji bo ku bijîşkên me wan tedawî bikin despêkê diçin li nava konên wan û li sertên jiyana wan dinêrin û paşê wan aşî dikin. Di dema aşî û maîneya nava konan de yên nexweşbin dişînin nexweşxanê û li vêderê em wan tedawî dikin û dermanên pêwîst didin wan. Tenê di sê mehên despêkê yên sala 2014’an de 780 suryeyî li gel me hatine tedawîkirin.”
‘Bê xwestin em nexweşan dişînin nexweşxaneyên dinê jî’
Gulbahar da zanîn ku bi qasî tê xwestin navenda wan nexwediyê derfetane û wiha got: “Rewşên ku em nikarin mudaxele bikin jî hene. Rewşên weke emeliyatê em nikarin bikin. Ji ber wê jî em nexweşan li gorî nexweşiyên wan sevkî nexweşxaneyên dinê dikin. Em sevkan jî bi ambolansên xwe dikin. Ambolansên me din ava bajar û ji derveyî bajar xizmeta her kesê dikin.”
‘Em lig undan jî lêgera nexweşan dikin’
Gulbahar destnîşan kir ku ew netenê di navendên bajaran de lig undan jî lêgeran nexweşan dikin û wiha domand: “Em lig undan jî digerin, bi tayîbetî em li gundan li ser rewşên pêşdeçuna zarokan û nexweşiyên jinan disekinin. Em ji bo xwedîkirina zarokan hem li nava bajar û hem jî lig undan mama yan didin. Em pêşedçuna zarokan dişopînin. Em her sal gera gundan bê muçe dikin. Îsal jî emê piştî gulanê dest bi gera gundan bikin.”
‘Em girêdayî bernameya malbatan perwerde didin’
Gulbahar balkişand ser pêşde çuna zarokan û wiha berdewam kir: “Beşên me yên diranan jî hene tayîbetî di zarokan de di hinek pêvajoyan de pirsgirêkên diranan despê dikin. Em di aliyê parastina diranên zarokan de perwerdê didin.” Bijîşk Murad Artan jî di heman navenda tenduristiyê de bijîşke jî got: “Qata ser ya navenda med de navenda bernameya malbatan heye. Em li vêderê perwerdeya sazumaniya malbatê didin. Yên bi xwazin em bi qasî dikarin pêre dibin alîkar.”
‘Mirov biqasî ku nikarin dermanên xwe bigirin feqîrin’
Murad diyar kir ku her roj li 70 yan jî 80 nexweşan dinêrin û wiha got: “Bi tayîbetî di van demên dawî de ji nîvî zêdetin nexweşên me suryeyîne. Ji ber ev mirovane hatîn Tirkiyê heta niha ne di aliyê tenduristî û ne jî di tu alyên dinê de xizmet ji bo wan nehatiye kirin. Piraniya wan jî bê nasnamene. Ji ber nebûna nasnameyan hikarin biçin nexweşxaneyên dinêjî.”
‘Armanca me bi zimanê dayîkê xizmeta tendursitiyê kirine’
Murad anî ziman ku armanca wan weke ku bi zimanê dayîkê perwerdeya tenduristiyê bidin û wiha domand: “Ji ber em li vêderê bi zimanê dayîkê xizmeta tenduristiyê dikin, nexweşên ku ji her cihî tên xwe li vêderê rehet tînin ziman û xwe dibin ewlehiyê de hîsdikin.” Murad bilêv kir ku dermanên nexweşên wan jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê dabînkirin û wiha berdewam kir: “Derman ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê be tê dabîn kirin. Em dermanan di dermanxaneya xwe de depodikin. Dema kut ê xwestin jî bê muçe em ji bo nexweşên xwe bikar tînin.”
(zt)

