Çeteyan wêneyê Hz. Meryem kirin sedema îşkenceyê
11:50
JINHA
SERÊKANIYÊ - Komên çete yên DAIŞ'ê li gundê Leylan ku dikeve başûrê bajaroka Menacîr a Serêkaniyê, welatiyekî misliman ku ajokariya kamyona ava vexwarinê ya aydî kesekî xiristiyan dike û av li gundan belav dikir, ji ber ku di tirmpêlê de xaç û wêneyê Hz. Meryem hebûn, îşkence kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, welatiyekî misliman ê ku nexwest navê xwe eşeke bike, îro di saetên sibehê de li ser riya gundê Leylan ji aliyê komên çete yên DAIŞ'ê ku kesê bi navê Îbrahîm El-Sihêl serkêşiya wan dikir ve hate rawestandin.
Çavkaniyan ragihandin ku çeteyan, di tirimpêlê de xaç û wêneyê Hz. Meryem ku xwediyê kamyonê wekî sembolên ola xwe daliqandibûn dîtine, lewma îşkence li ajokar kirine, gotinê kirêt jê re gotine û pereyê wî jê stendine. Her wiha xaç û wêneyê Hz. Meryem şikandine. Piştî van pêkanîna çeteyan ajokar serbest berda.

