Parêzer li hemberî îstismara zarokan ketin nava tevgerê

13:53

JINHA


KAYSERİ – Ji ber di vandemên dawiyê de zêdebûna qetilkirin û îstismara zarokan parêzerên Kayîseriyê ketin nava tevgerê.


Di vandemên dawiyê de her ku diçe li Tirkiyê qetilkirin û îstismara zarokan zêdedibe. Ji ber van sedeman parêzerên Kayîseriyê ketin nava tevgerê. Dê sibê parêzerên Kayîseriyê li ber Meyîdana Cumhuriyetê girêdayî mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Her wiha di sîteya Fecebook ê de parêzeran bi navê “Dest nedin zarokan, ji îstismara zarokan re na” dest bi hevkariya civakî kirine. Parêzeran girêdayî mijarê banga hestiyariyê li hempîşeyên xwe û welatiyan kirin. Parêzeran wekedinê ji bo daxuyaniya girêdayî mijarê li Meydana Cumhuriyetê dê di saet 13’an de bê dayîm banga tevlîbûnê li hemû kesîman kirin.


  (zt)