Jin bi çêkirina beniyan debara xwe dikin
08:49
Tekoşin Tekin/JINHA
EDENE– Li taxa Şakirpaşa ya Seyhana Edendeyê jin gozên şikesti yên ku ji fabrîqeyê digirin, dikin benî û cardin li fabrîqeyê vedigerînin. Husna Kiligiç jî 10 salin bi çêkirina beniyan û vegerandina wan ya li fabrîqeyê debara mala xwe dike û girêdayî karê xwe wiha got: “Berî niha bi salan hevserê min jiyana xwe ji dest daye. Ji ber wê jî hemû berpirsyariya malê li ser min maye. Ev 10 salim ji bo debara malbata xwe vî karî dikim.” Nuran Şemdîn ya ku ji ber sedema şerê li Qamîşlo hatiye Tirkiyê û ew jî heman karî dike diyar kir ku dema dixebite her dem li heman cihî dinêre û ev jî çavên wê bandor dike.
Li tevahiya Tirkiyê her ku diçe bêkarî zêde dibe. Yek ji bajarên herî zêde di warê zêdebûna bêkariyê de li ber çavan jî Edeneye. Jin lig ora derfetên xwe kar dibînin û alîkariya debara mala xwe dikin. Li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edendeyê jin gozên şikesti yên ku ji fabrîqeyê digirin, dikin benî û cardin li fabrîqeyê vedigerînin. Jin goqên şikesti yên ku ji fabrîqeyê digirin kîloya wan bi 15 TL yan difiroşin.
Husna 10 salin bi çêkirina sucukan zarokên xwe xwedîdike
Husna Kiligiç berî niha23 salan ji gundê Saraz yê din ava zozanên Sêrtê ji ber zilma dewletê neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Edeneyê bike. Husna ya 55 salî û dayîka 3 zarokane ev 10 salin ji gozên şikestiyên ku ji fabrîqeyê digire beniyan çêdike û cardin li faberîqeyê vedigerîne û bi vî awayî debara mala xwe dike. Husna da zanîn ku ew din ava rojê de 30-40 sucukan çêdike û her du rojan jî kîloyek goz digire û kîloya wan didin bi 15 TL yan û wiha domand: “3 zarokên min hene du ji wan zewicîne û yek jî xwendekarê lîsêye. Berî niha bi salan hevserê min jiyana xwe ji dest daye. Ji ber wê jî hemû berpirsyariya malê li ser min maye. Ev 10 salin ji bo debara malbata xwe vî karî dikim. Bi kirina vî karî li zarokên xwe dinêrim. Du rojan carekê goz ji fabrîqeyê tên. Di rojên ku ez vale bim de jî ez karê dest yê weke çêkirina lîf, patîk û tulbendan dikim.”
Ji ber em pir dixebitin di aliyê nerênî de tendurstiya me bandor dike
Nuran Şemdîn ya ku ji ber sedema şerê li Surî ji Qamîşlo hatiye Tirkiyê û li Edeneyê bi cîh bûye. Nuran Şemdîn ya ku dayîka 3 zarokane jî ji bo debara zarokên xwe heman karî dike. Hevserê wê jî di înşihatan de dixebite. Ew her men 250 TL kirê didin. Nuran destnîşan kir ku di van şertan de jiyan gelek zore. Nuran anî ziman ku karê ew dikin çêkirina beniyan ya jig ozan gelek zore. Nuran diyar kir ku dema dixebite her dem li heman cihî dinêre û ev jî çavên wê bandor dike. Nuran bilêv kir ku ew dixwazin zu şer biqede û vegerin warên xwe.
FOTO: Ozlem Akın
(zt)

