Li Avganîstanê erd şemitî û heta niha hejmara miriyan gihişt 400 an
09:45
Gulan
3
/ 2014
JINHA
Li herêma Badahşana ya li bakurê rojhilatê Avganistanê erd şemitî û li gor aghiyên despêkê 400 kes mirin.
Alîkarê herêma Badahşanê Gul Mihemed Bîda ragihand ku ev çend roj in li herêma Ab Barîka ya girêdayî Argoya navçeya Badahşanê şilî dibare. Ji ber ku şilî zêde dibare, erd şemitiye û ji 400 kesan zêdetir mirine. Gul destnîşan kir ku piştî wê rûdanê 300 xanî dibin axê de mane, gelek kes winda ne û xebatên wanê ji bo rizgarkirinê didomin.
Serokê Şûreya Badahşanê Ebdulwahîd Tayyîbî jî diyar kir ku 3 camî jî dibin axê de mane û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.
(zt)

