Dê jin dest bidin hev û dawî li şidetê bînin!
12:41
Pelin İKTUEREN / JINHA
İZMİR – Projeya “Bi hevkariya îşbirlikciyên herêmê bi hêz kirina mekanîzmeya tekoşîna li hemberî şidetê” dê li Edene, Enqere û Îzmîrê bikeve meryetê. Koordînatora projeyê ya Îzmîrê Badegul Guler di çarçoveya projeyê de diyar kir ku ew hewil didin xwe bigihînin hezar jinan û got: “Di mijara li dijî şidetê de emê gavên giring bavêjin. Jiyana me, rewşa me ya perwerdê, dahata me û bûyîna me ya xwedî pîşe nikare şideta li ser me ji holê rake. Emê dest bidin hev û dawî li şidetê bînin.”
Li gorî hejmara TUÎK’ê ya 2008’an ji her sed jinan 41 bûne mexdurê şideta fîzîki yan jî zayendî. Zêdebûna hejmara jinên ku rastî desdirêjiya zayendî û şideta fîzîkîtên ji ber ne hişyariya li hemberî van kirinane. Ji bo ku saziyên sivîl û rêxistinên jinan alîkariyê bidin jinên rastî şidetê tên dê projeyek bi despêkirin. Dê ev saziyane her roj bir ê ku pêk din ava xebatên vê projeyê de cîh bigirin. Dê ev proje bi navê “Tekoşînkirina şideta li hemberî jinan din ava herêmî û navnetewî de bi hêzkirina kapasîteya STK yan bernameya (VAW) Hibe” dê li Enqere Edene û Îzmîrê di navbera 1’ê Subata 2014 û 30 Nîsan 2015 an de bikeve meryetê.
‘Dê tekoşîna li hember şidetê zêdetir bibe’
Projeya “Bi hevkariya îşbirlikciyên herêmê bi hêz kirina mekanîzmeya tekoşîna li hemberî şidetê” dê ji aliyê Koordînatora Wexfa Piştevaniya Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinan ya Îzmîrê, Navenda Piştevaniya Jinan ya Edeneyê û Komeleya Malên Stargihan (AKDAM) ê ve bê bi rêvebirin. Koordînatora projeyê ya Îzmîrê Badegul Guler di çarçoveya projeyê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Divê sazî û rêxistinên ku alîkariyê didin tekoşîna li dijî şideta li ser jinan. Gavên berbiçav bên avêtin. Em armanc dikin ku bi vê projeyê tekoşîna li hemberî şidetê dê zêdetir bi hêz bikin.”
‘Emê bi tekoşîna xwe ya li hemberî şidetê gavên giring bavêjin’
Badegul destnîşan kir ku girêdayî şideta li ser jinan ev 16 salin ji aliyê jinan ve Komcivîna Navenda Stargeh, Şêwirmendî û Piştevaniyê tê nîqaşkirin û nêrîna vê projeyê jî ji wê derketiye. Badegul derbirî ku tenê tekoşîna li hemberî şidetê dikare bi habûne perwerdê û ketin adi ferqê de bê pêşxistin. Badegul anî ziman ku ew hêvîdarên dê bi hebûna vê projeyê gavên giring bavêjin.
‘Bi ziyaretkirina malan emê xwe bigihînin hezar jinan’
Badegul girêdayî projeya wan wiha got: “Dê girêdayî mijarê 3 roj perwerde bê dayîn. Dê jin ji sazî û rêxistinên weke Koordînatora Wexfa Piştevaniya Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinan ya Îzmîrê, Navenda Piştevaniya Jinan ya Edeneyê û Komeleya Malên Stargihan (AKDAM) ê bi giştî 75 jin tevlî vê perwerdê bibin. Ev perwerde dê ji bo tekoşîna li hemberî şidetê pir giringbe.” Badegul ji bo dayîna perwerdeya jinan ya li ser bingihê rakirina şidetê jî wiha axivî: “Li gorî vê projeyê dê di malan de civînên jinan bên li darxistin. Dê di her malekê de herî kêm 20 jin bên bahev û perwerde bê dayîna wan. Li Enqereyê di 18 malan de dê perwerde bê dayîna 400 jinan, li Îzmîrê jî di 14 malan de perwerde bê dayîna 300 jinan û li Edeneyê jî di 14 malan de perwerde bê dayîna 300 jinan. Di van perwerdeyan de dê girêdayî şideta li ser jinan çawan ketin adi ferqê de bê çêkirin û dê çawan pêşî lê bê girtin bên axaftin.”
‘Emê dest bidin hev û dawî li şidetê bînin’
Badegul bilêv kir k udi aliyê tekoşîna li hemberî şidetê de jin ne bitenê ne û wiha berdewam kir: “Navendên Piştevaniya Jinan û Malên Sitargihan ji bo di aliyê şidetê de alîkarî dayîna jinan cihên giringin. Ji ber wê jî divê ji bo alîkarî girtinê û bi dawî hatina şidetê serî li van cihan bên dayîn.” Badegul anî ziman ku her jin dibe ku rastî şidetê bê û wiha got: “Jiyana me, rewşa me ya perwerdê, dahata me û bûyîna me ya xwedî pîşe nikare şideta li ser me ji holê rake. Emê dest bidin hev û dawî li şidetê bînin.”
(zt)

