Li Bagcilayê cînayetên jinan

13:38

JINHA


STENBOL- Li navçeya Bagcilaran jina bi navê Remziye Erîpek ji aliyê hevserê xwe Celal Eripek ve bi lêdanê hat qetilkirin.


Remziye Erîpek  ya 37 salî û dayîka 3 zarokan li taxa Gozetepe ya navçeya Bagcilaran ya Stenbolê jiyan dikirji aliyê hevserê xwe Celal Eripek ve bi lêdanê hat qetilkirin. Piştî otopsiyê cenazeyê Remziye şandin Saziya Tiba Edlî. Ji bo girtina cenazayê Remziye endamên Meclisa Jinên BDP’ê û xizmên Remziye ji bo girtina cenazeyê wê çun ber Saziya Tiba Edlî. Li ber derî bendêmayîna jinan berdewam dike.


Piştî bûyerê Celal Eripek hat binçavkirin, îfadeyên wî hatin girtin û sewqî dozgeriyê hat kirin.


(zt)